Li Sydneyê ji bo tecrîd û Şengalê serdan hatin kirin

Heyeta Kurd a li Sydneyê, ji bo tecrîda li Îmralî û Şengalê serdana Parlementer Jûlîa Fînn kirin.

Li bajarê Sydneya Ewûstralya yê, di derbarê tecrîda li Îmraliyê û hedefgirtina Şengalê xebatên dîplomasî hatin birêvebirin. Di vê çarçoveyê de berdevkên KNK û DKTF’ê, serdana Parlementera Partiya Karkeran a NSW’ê Jûlîa Fînn kirin. Îsmet Taşkan û Mîra Îbrahîm ên ku dosya radestî parlementerê kirîn, bal kişandin li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û rapora CPT yê.

Her wiha Taşkan û Îbrahîm bal kişandin li ser qirkirina gelê Êzidî ya ji aliyê dewleta Tirk ve û êrîşên dagirkeriyê jî. Parlementer Jûlîa Fînn got: “Ez ê daxwaz û îtirazên we bibim rojeva partî û parlemento yê. Em ê li Ewrûpayê jî bi hevalbendên xwe re jî li ser van mijaran nîqaş bikin.”