Li Swîsreyê hejmara nameyên şandîn ji NY’ê ji 10 hezarî derbas kir

Şandina nameyan a ji NY’ê re ya bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî didom e. Li Swîsreyê ji destpêka kampanyayê heta niha ji 10 hezarî zêdetir name şandine ji NY’ê re.

Kampanyaya nameyan a şandina ji bo Sekreterê Giştî ya NY’ê Antîno Gûterres re di çarçoveya hemleya “Ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re na; Dem dema azadiyê ye” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn didom e.

Li Swîsreyê hejmara nameyên hatîn şandin ji 10 hezaran zêdetir bû.

Kurdistaniyên bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rojbîn û Navenda Civaka Kurd a Aaraûyê li ber postaxaneya navenda bajêr hatîn gelhev, nameyên amade kirîn şandin ji Sekreteriya Giştî ya NY’ê re.

Hevserokê CDK’ê Hasan Vûral axivî û got: “Bi xwedîderketina li hemleya azadiya Rêbertiya me heta pêkanîna azadiyê wê kampanyaya me ya nameyan bidom e û wê li her ciha ku em lê daxwazên xwe biqêrîn.”

Piştî axaftinan Kurdistaniyan nameyên hatîn amadekirin şadin ji Sekreteriya Giştî ya NY’ê re.