Li Stûttgartê dagirkerî hate protestokirin, şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

Li Stûttgartê bi meşekê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin û şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê çalakgerên TekoJIN, TCŞ û Tevgera Jinên Kurd êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin. Meş li Laûtenschlagerstrasseyê hate destpêkirin. MLPD, MLKP, SKB, HBDH’ê û gelek rêxistinên çepgir ên şoreşger piştgirî dan meşê.

Ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê bi qasî deqîqeyekê rêz hate girtin û piştre bi sloganên ‘Em li hemberî faşîzmê berxwedanê geş bikin’ û ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan.

Di çalakiyê de biryara DYE ya ji bo girtina endamên konseya KCK’ê jî bi sloganên ‘KCK gel e, gel li vir e’ hate protestokirin.

Meş li Karlsplatzê bi dawî bû.