Li Strasburgê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin
Li Strasburgê bi pêkanîna çalakiya bêîteatiya sivîl re xebata girseyî hat meşandin û peyama, “Rêbertiya me vîna me ye. Heta ku em azadiya vîna xwe pêk bînin wê têkoşîna me bidome” hat dayîn.
Li Strasburgê bi pêkanîna çalakiya bêîteatiya sivîl re xebata girseyî hat meşandin û peyama, “Rêbertiya me vîna me ye. Heta ku em azadiya vîna xwe pêk bînin wê têkoşîna me bidome” hat dayîn.
Pêngava "Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi çalakî û xwepêşandanan didome. Li bajarê Strasburg ê Fransayê di nava rojê de çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin. Çalakiya ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TEV-ÇAND’ê hat lidarxistin de hemû tramvayên Strasburgê hatin ziyaretkirin û xebata girseyî hat meşandin.
Di çalakiyê de broşurên li ser pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê, tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo tê meşandin li tramvayan hatin belavkirin.
Çalakiya ku rastî eleqeyek mezin hat, heta Stasyona Navendî ya Strasburgê dewam kir. Di çalakiyê de timî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Dewleta Tirk faşîst e”, "Qatil Erdogan", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin.
Bêîteatiya sivîl bi çalakiya li stasyona trenê hat lidarxistin bi dawî bû.