Li Strasboûrgê 4 çalakger rakirin nexweşxaneyê

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 161 rojan 14 çalakger di greva birçîbûnê de bûn. 4 çalakger piştî mûayeneyê rakirin nexweşxaneyê.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 çalakger 161 roj in di greva birçîbûnê de bûn.

Çalakgeran îro saet di 13.00’an de diyar kirin ku wan çalakiya xwe bi dawî kirine. Bijîşkên ji Fransayê hatin çalakgeran mûayene kirin. Piştî mûayeneyê bijîşkan biryar dan ku divê çalakger Ekrem Yapici, Kardo Bokanî, Ramazan Îmîr û Mohamed Ghaderî rakin nexweşxaneyê.

Bijîşkan diyar kirin ku Ekrem Yapici şekirê wî ketiye, Kardo Bokanî pergala bedena wî ya sînîran xisar dîtiye, Mohamed Ghaderî jî pergala bedena wî ya mehandinê texrîbat lê çêbûye û Ramazan Îmîr jî ji ber nerihetiya wî ya îdrarê de divê li nexweşxaneyê werin dermankirin.

Ev kes di greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê de bûn; Gulistan Îke, Dîlek Ocalan, Nûrgul Başaran, Mûstafa Sarikaya, Yuksel Koç, Mehmet Nîmen Sevîm, Mohamed Ghaderî, Agît Ûral, Denîz Surgut, Ekrem Yapici, Kardo Bokanî, Ramazan Îmîr, Kerem Solhan û Ayvaz Ece.