Li Stokholmê şehîd hatin bibîranîn

Li Stockholmê ji bo şehîdan merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Li paytexta Swêd Stockholmê, Zeynep Kinaci (Zîlan), Diyar Xerîb, Sema Yuce û Letîfe Selamet bi merasîmekê li komeleya çanda Kurd hatin bibîranîn. Qada bîranînê bi wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di bîranînê de ewilî berdevka Tevgera Jinên Azad a Îskandînavya Ruken Yetîşkîn axivî. Yetîşkîn qala girîngiya wateya şehîd û bîranînên xwe yên li gel birayê Zeyneb Kinacî û hevdîtina xwe bi Sema Yuce re kir. Yetîşkîn diyar kir ku bi saya ked û xebatê şehîdan îro ew gihiştine asta gelek pêş û got: “Em bi rêzdarî hemû şehîdên rêya azadiyê û bi taybetî şehîdên meha Hezîranê bi bîr tînin.“

Piştre hevrêya şehîd Diyar Xerîb Hîwa Dîlan jî axivî. Dîlan di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Cara yekem sala 1996’an min Diyar Xerîb nas kir. Bi kesayetiya xwe û zanabûna xwe di her gavekê de weke mamoste û pêşeng bû. Ji bo ku em hêjayî şehîdên Kurdistanê bibin, divê em erka xwe bi cih bînîn û asta kar û xebat û çalakiyên xwe bilind bikin. Ji bo bersiv dayîna hemû êrîşên li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê me, erka me ye ku ji her demê zêdetir beşdarî kar û xebatan bibin.“

Hunermend Sîdar Yigît jî axaftinek kir û got: “Zîlan navê xwe ji komkujiya geliyê Zîlan wergirtiye ku ji aliyê rejîma dagirker a Tirk ve hatiye pêkanîn. Dema mirov li wateya Zîlanê bifikire wê bizanibe ev volkan li kuderê hatiye. Ez hêvîdarim êşê Kurdan bi dawî bibe û gelê me jî weke hemû gelên cîhanê bi serfirazî bijî. Carek din di kesayeta Zîlanê de hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tînim.“

Pitre Bêkes Berwarî helbestên ku ji bo şehîd Diyar Xerîb û şehîdên Kurdistanê nivîsandî pêşkêş kir. 

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Bijî Seroka Apo“ bi dawî bû.