Li Stockholmê li dijî qetilkirina Jîna Emînî çalakiya protestoyî

Li paytexta Swêd Stocholmê li dijî qetilkirina Jîna Emînî çalakiyek a protestoyî hat lidarxistin.

Îro di danê êvarê di saet 17:00’an de li ser banga gelek rêxistin û saziyên siyasî û civakî yên rojhilatê Kurdistanê û KJAR-KODAR jî di nav de, li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û her wiha ji bo piştgîrî dayîna serhildanên li tevayî bajarên Rojhilatê Kurdistanê li meydana Sergels Torget di saet 17:00'an çalakî hate lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, di çalakiyê de gelek wêneyên Jîna Emînî û pankartên ku hovîtiya rejîma Îranê teşhîr dikin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

Di axaftinên hatin kirin de, bang li rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê hate kirin û hate gotin ku hovîtiyên rejîma Îranê yên bi vî awayî, çavkaniya xwe ji neyekîtiya Kurdan digire û her wiha bêdengiya welatên Ewropa jî hate şermezarkirin. Di axaftinan de qala wateya dirûşmeya “Jin jiyan azadî" jî hate kirin û hate gotin ji ber ku rejîma Îran jî weke DAÎŞ’ê ji jinan ditirse, êrîşê jinan dike.

Çalakvana bi navê Semê Gulbarîn jî, li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî pora xwe qut kir.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.