Li Spanyayê herî kêm 95 kes mirin, şîna neteweyî hate ragihandin
Ji ber baran û lehiya li rojhilat û başûrê Spanyayê herî kêm 95 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber baran û lehiya li rojhilat û başûrê Spanyayê herî kêm 95 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezîrê Polîtîkayên Herêmî Ángel Victor Torres ji qenala televîzyonê ya neteweyî TVE re axivî û anî ziman ku tenê li herêma Valenciayê 92 kesan jiyana xwe ji dest dan. Torres got, li herêma Castilla-La Mancha'yê 2, li Endulusê jî kesekî jiyana xwe ji dest da.
Di serî de herêma Valenciayê, bi herêmên Castilla-La Mancha, Murcia û Endulusê ji Îlona 1966'an û vir ve felaketa herî giran rû da.
Her wiha ji bo dîtina kesên ku winda bûne, kar dewam dike.
Hikumetê ji bo 3 rojan şîn ragihand.
Wezîrê Polîtîkaya Herêmî Ángel Victor Torres daxuyaniyek da çapmeniyê û got, şîna ji bo 3 rojan 31'ê Cotmehê roja Pêncşemê destpê kir û heta 2'ê Mijdarê roja Şemiyê wê dewam bike.