Li Skandînavyayê ji bo 2’yê Mijdarê banga çalakiyê hate kirin

NCDK'ê bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Skandînavyayê dijîn kir ku di 2'yê Mijdarê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “jiyanê rawestînin.”

Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wê di 2’yê Mijdarê de li Stockholm, Malma û Osloyê çalakî bên lidarxistin. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK)-Skandînavya, bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku tevlî çalakiyan bibin.

NCDK’ê banga “em jiyanê rawestînin û tevlî çalakiyan bibin” kir û diyar kir ku divê Kurdistanî û dostên wan ên li Swêd, Norwêc û Danîmarkayê tevlî çalakiyan bibin û girêdana xwe ya bi Abdullah Ocalan re bi awayekî herî xurt nîşan bidin.

Çalakiyên 2'yê Mijdarê wê bibin dewama çalakiyên pêngava navneteweyî ku sala bihurî di 10'ê Cotmeha 2023'yan de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" hatibû destpêkirin.

NCDK’ê, destnîşan kir ku ev pêngav hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo tevahiya mirovahiyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku pêngav ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan firsendeke girîng e.

NCDK’ê di dawiyê de diyar kir ku daxwaza wan a sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û got, “Heta sîstema Îmraliyê tê hilweşandin û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, ew ê têkoşîna me berdewam bike. Divê bi awayekî xurt em beşdarî meşen li Stockholm, Malmo û Osloyê bibin û li dijî hemû neheqiyên di şexsê Rêber Apo de li gelê me tên kirin re bêjin ‘êdî bese’.”

Bernameya Çalakiyê ya 2’yê Mijdar:

-Stockholm 

Saet: 14.00 

Cih: Norra Bantorget 

*

-Oslo 

Saet: 14.00 

Cih: Jerntorget (Togstationen)

*

- Malmo 

Saet: 14.00 

Cih: Stortoget/Malmo

NCDK-Skandînavya, bang li tevahiya gelê Kurd û dostên wan kir ku bi ruhê seferberiyê tevlî van çalakiyan bibin û destekê bidin çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî.