Li Samosê keştiya penaberan binav bû: 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Li girava Samosê ya Yewnanistanê ya li Derya Egeyê keştiyeke penaberan binav bû û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 22 kes jî hatin rizgarkirin.

Li gorî ewlehiya qeraxê şeva Yekşemê li qeraxa girava Samosê keştiyeke penaberan binav bûye.

Hate ragihandin ku cenazeyên jin û zilamekî ji deryayê hatine derxistin û 22 kes jî ku 2 ji wan jin in, bi saxî hatine rizgarkirin û kesên hatine rizgarkirin ji polîsên Samosê re hatine radestkirin.

Samos weke giravên Yewnanistanê yên din yên li nêzî peravên li rojavayê Tirkiyeyê, ji bo kesên ku ji ber şer û xizaniyê berê xwe didin Yekîtiya Ewropayê (YE) cihê derbasbûnê ye.

Lê belê di navbera cihê navborî de gelek caran keştiyên penaberan binav dibin û ev yek jî dibe sedema trajediyên mezin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Çarşema borî li girava Kosê jî keşteyek binav bûbû û di encamê de 2 jin û 2 pitikan jiyana xwe ji dest dabûn û 27 kes jî hatibûn rizgarkirin.  Di nava van kesên berbehs de kesekî gumanbar hatibû binçavkirin. Her wiha di meha Îlonê de jî li girava Samosê 3 kesên din ji ber heman bûyerê jiyana xwe ji dest dabûn.