Li Saarbruckenê çalakiya piştevaniya ji bo penaberan hat lidarxistin

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi pêşengiya Konseya Penaberan a Saarlandê çalakiya piştevaniya bi penaberan re hat lidarxistin.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi pêşengiya Konseya Penaberan a Saarlandê çalakiya piştevaniya bi penaberan re hat lidarxistin. Saarländîscher Fluchtlîngsrat, a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) a Saarbruckenê jî endameke wê ye, polîtîkaya dewleta Elman a li dijî penaberan protesto kir.

Çalakî li ber Eûropa Galeriyê hat lidarxistin. Penaberên ji Kurdistan, Tirkiye, Erître, Sûriye û Îran û ji welatên din tev li çalakiyê bûn.

Di axaftina li ser navê Saarländîscher Fluchtlîngsratê hat kirin de, Tobîsa Schunk got ku polîtîkaya dewleta Elman a li dijî penaberan ji bo zehmetkirina jiyana penaberan e ku ji ber şer û neçariyê bi rêyan dikevin. Schunk, siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan a Elmanyayê jî bi tundî rexne kir û diyar kir ku bi qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanyayê piştgiriya ji bo Erdogan e û rê li ber kirina sûcên şer li dijî Kurdan vedike.

Di axaftina li ser navê DKTM’ê hat kirin de jî behsa mexdûriyeta gelê Kurd a li Elmanyayê hat kirin û wiha hat gotin: “Mafê yasayî yê Kurdan bi awayekê cidî li Elmanyayê tên binpêkirin. Bi dehan siyasetmedarên Kurd di zindanên Elmanyayê de belasebeb tên hiştin. Mafê mayînê nadin mirovên ku ji zilma dewleta Tirk direvin. Bi tenê sûcekê wan heye ew jî ku Kurd in.“