Li Saarbruckenê şahiya Cejna Vejînê
Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi merasîmekê hate pîrozkirin.
Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi merasîmekê hate pîrozkirin.
Meclîsa Gel a Herêmê û Meclîsa Jinan pîrozbahî organîze kir. Pîrozbahî li parka Florianshutte hate lidarxistin. Di destpêka merasîmê de ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Bal hate kişandina ser girîngiya dîrokî ya 15’ê Tebaxê.
Di axaftina li ser navê KOMAW’ê hatî kirin de, Mahsum Korkmaz (Egîd) hate bîranîn. Di axaftina li ser navê Meclîsa Jinan a Êzidî hatî kirin de jî bal hate kişandina ser xiyaneta PDK’ê.
Di pîrozbahiyê de koroya zarokan, koma folkloerê, tîma şanoyê, Hozan Amed û Hozan Zozan Zudem derketin ser dikê.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî 15’ê Tebaxê” û “Bijî Gerîla” bi dawî bû.