Li Portekîzê di hilbijartina herêmî de sosyalîst bi ser ketin

Sosyalîstên ku li Portekîzê desthilatdar in, di hilbijartina herêmî de li Lîzbonê têk çûn lê di hilbijartinan de bi ser ketin.

Gelê Portekîzê roja Yekşemê ji bo 308 şaredariyan çûn ser sindoqan. Partiya Sosyalîst a Serokwezîrê Antonîo Costa ji sedî 34,4’ê dengan wergirt û 147 şaredarî bi dest xist. 

Mûxalefeta rastgir jî ji sedî 38,8 deng stend û 108 şaredarî bi dest xist.

Lîzbon a ku paytext e jî kete destê koalîsyona rastgir. Komîserê berê yê Yekîtiya Ewropayê Fernando Moedas pêşengtiya vê koalîsyonê dike. Li Lîzbonê rastgiran ji sedî 35,8 û sosyalîstan jî ji sedî 31,7 deng stendin.

Serokwezîrê Antonîo Costa beriya hilbijartinê diyar kiribû ku wê gelek astengiyên li pêşiya tendirustiyê rake.

Costa bi awayekî xurt tevlî vê kampanyayê bû û soz da ku ew ê aboriya welat baştir bike.