Li pêşiya dadgeha Frankfurtê Êzidî hatin bibîranîn

Li pêşiya avahiya dadgeha Frankfûrtê li dijî qirkirina li ser Êzidiyan çalakiyek hate kirin.

Di saetên sibê de li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê Womend Defend Rojava Frankfûrt ji ber helwesta dadgehê ku ji serê Nîsana îsal ve çeteyên DAÎŞ’ê yên qirkirina Êzidiyan li xwe digire, ji beriya ku doz destpê bike li pêşiya avahiya dadgehê mîtîngek kirin.

Mîtîna ku endamên Meclîsa Jinên Kurd a Amara, enternasyonalîst û JXK tevlî bûn eleqeyek zêde hebû. Di mîtîngê de peyama tevgera jina Kurd hate xwendin. Di dawiya mîtîngê de weke sembola fermanê 73 nepox li gel ala YPJ’ê bera esmanan berda.