BI DÎMEN

Li Parîsê li dijî tecrîd û êrîşên qirkirinê meş hat lidarxistin

Li Parîsê êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û tecrîd û pergala qirkirinê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat protestokirin û bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku dest ji şîrîkatiya bi dewleta Tirk re berdin.

Li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê li dijî êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û tecrîd û pergala qirkirinê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mitîngek hat lidarxistin.

Çalakî li pêşiya Meclîsa Gel a Drancy hat lidarxsitin. Di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn û êrîşên qirkirinê hatin şermezarkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) di komkujiya Kurdan de li ser bingeha têkiliyên berjewendiyê bi dewleta Tirk re helwesteke hevpar raber dike û dibe şîrîkê sûcên giran ên li Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de destnîşankirin ku dewleta Tirk bi binpêkirina hemû rêgezên navneteweyî sûcekî mezin ê şer dike û ev bang hat kirin, “OPCW demildest dest ji piştgiriya qirkirina Kurdan berde.”

Di çalakiyê de tecrîd û pergala qirkirinê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û bal kişandin ser vê yekê ku CPT ketiye pozîsyoneke ku pêşengiya pergala tecrîdê dike û bi dewleta Tirk re konsepteke hevpar dimeşîne. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bêyî şikandina tecrîda Îmraliyê çareseriya pirsgirêka Kurd pêkan nîne. Divê CPT dest ji israra xwe ya li ser polîtîkayên bêçareserî û tecrîdê berde û demildest deriyên Îmraliyê veke.”