Li Parîsê li dijî êrîşên dagirkeriyê meş hat lidarxistin
Li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk meş hat lidarxistin.
Li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk meş hat lidarxistin.
Li banliyoya Villiers le Bel a paytexta Fransa Parîsê li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk meş hat lidarxistin. Meş bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şehîd Evîn Goyî û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve hat lidarxistin. Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Meş li ber avahiya DKTM’ê bi axaftinan bi dawî bû. Di axaftinan de wiha hate gotin: “Bi êrîşan wê tu carê nikaribin vîna gelê Kurd bişkînin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û Kurdistana azad em ê li her derê li ber xwe bidin.”