Li Parîs, Bordeaûx, Graz û Hannoverê 1’ê Gulanê hate pîrozkirin

Li Parîs, Bordeaûx, Graz û Hannoverê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran hate pîrozkirin.

PARÎS

Li Parîsê bi tevlêbûna bi deh hezaran kesan 1’ê Gulanê Cejna Karkeran hate pîrozkirin. Bi banga sendîkayên mezin ê Fransayê ev pîrozbahî hate kirin.

Pîrozbahî li qada Repûblîqûeyê hate kirin. Di pîrozbahiyê de endamên TJK-F û CDK-F’ê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên YPG, YPJ û PKK’ê hildan.

Di meşê de bi hezaran belavok hate belavkirin.

BORDEAÛX

Kurdên li bajarê Bordeaûx a Fransayê ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê daketin qadan. Di pîrozbahiyê de gelê kurd flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK’ê hildan.

GRAZ

Li bajarê Grazê ya Evûstûryayê jî partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û Kurd bi mîtîngekê 1’ê Gulanê Cejna Karkeran pîroz kirin. Bi sedan kes tevlî mîtîngê bûn û heta Am Eîserne Torê meşiyan.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê jî NAV-DEM û enternasyonalîstên Hannoverê bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran meşiyan. Meş ji navenda bajêr dest pê kir û heta Halîm Dener Platzê domiya.

Di meşê de sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ hate berzkirin.

Di meşê de daxuyanî hate dayîn û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk çekan dide dewleta Tirk a faşîst û piştgiriya wê dike.

Çalakî piştî meş û sloganan bi dawî bû.