Li Osloyê şehîd Bêrîtan hate bîranîn
Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a ku teslîmî dewleta Tirk a dagirker û xiyanetkarên PDK’î nebû û xwe ji zinaran avêt, hate bîranîn.
Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a ku teslîmî dewleta Tirk a dagirker û xiyanetkarên PDK’î nebû û xwe ji zinaran avêt, hate bîranîn.
Platforma NCDK’ê ya Jinan li paytexta Norweç Osloyê merasîma bîranînê lidar xist. Di merasîmê de Bêrîtan (Gulnaz Karataş) a ku 25’ê Cotmeha 1992’yan teslîmî dewleta Tirk a dagirker û xiyanetkarên PDK’î nebû û xwe ji zinaran avêt, hate bîranîn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Nûnera Platforma Jinên Kurd Ayser Yuce axivî û got: “Çalakiya heval Bêrîtan li dijî xiyanet û her cure paşverûtiyê bû.”
Siyasetmedar û nivîskar Celalettîn Delîbaş jî di şexsê Bêrîtan de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û qala jiyan û têkoşîna şehîd Bêrîtan kir.