Li Normandiyayê civîna gel: Eger tecrîd dewam dike, wê berxwedan jî dewam bike

Siyasetmedar Mûstafa Sarikaya destnîşan kir ku di encama pêngava azadiyê û berxwedanê de hevdîtin bi Rêber Apo re pêk hat û got, "Ev pêvajoyeke çareseriyê nîne. Divê mirov nekeve nava xefletê. Heta azadiya Rêbertî divê ev pêngav dewam bike."

Li herêma Normandiya ya Fransayê, têkildarî bûyerên li Kurdistan-Tirkiye û Rojhilata Navîn, her wiha hevdîtina ku bi Rêber Apo re hate kirin, tecrîda li Îmraliyê û xeta berxwedanê civîneke gel hate lidarxistin.

Siyasetmedar Mûstafa Sarikaya û Endamê Dîwanê ya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Mûrat Ceylan weke axaftvan tevlî civînê bûn.

JI HER DEMÊ BÊHTIR DIVÊ EM JI BO AZADIYA RÊBER APO BIXEBITIN

Mûstafa Sarikaya sîstema qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û têkoşîna li hemberî vê yekê nirxand û got, "Tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike. Eger tecrîd dewam dike, berxwedan jî wê dewam bike; divê em bi vê yekê zanibin. Hevdîtina ku hate kirin encama pêngava azadî û berxwedanê bû. Ev yek pêvajoyeke çareseriyê nîne. Divê mirov nekevin nava xefletê; heta ku azadiya Rêbertî bê pêkanîn em neçar in vê pêngavê mezin bikin. Rê hate dîtin; faşîzmê fêhm kir ku li hemberî berxwedanê nikare hîn bêhtir îdare bike. Rêbertî wê azad bibe, rêyeke din a vê yekê nîne. Pêşketin û nîqaş hemû li dora Kurd û Kurdistanê têne kirin. Ji ber vê jî pêwîstî bi Rêber Apo heye. Rêber Apo bi gotina 'Hêza min heye ku pirsgirêka Kurd ji zemîna şer derbasî ser zemîna qanûnî û hiqûqî bikim', dest li pêvajoyê werda. Weke civak divê em ji her demê bêhtir ji bo azadiya Rêber Apo bixebitin û bi ruhê hevrê Asya Alî û Rojger Hêlîn ên li Enqereyê çalakî lidar xistin, bimeşin."

Endamê Dîwana KCDK-E'yê Mûrat Ceylan jî destnîşan kir ku gelê Kurd neçar e li her devera ku lê ye rêxistiniya xwe xurt bike û got, rêya pêkanîna azadiya Rêber Apo bi rêxistiniyê dibe, bi serxistina pêngava azadiyê dibe.

Di civînê de ji bo meşa mezin a 16'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê banga tevlîbûnê hate kirin. Civîn bi dirûşmên 'Bê Serok jiyan nabe' û 'Bijî Serok Apo' bi dawî bû.