Li Nantesê desteserkirina îradeyê hate protestokirin
Li Nantesê desteserkirina îradeya gel bi meş û mitîngeke hate protestokirin. Li dijî darbe û faşîzmê banga tevlîbûna meşa Kolnê hat kirin.
Li Nantesê desteserkirina îradeya gel bi meş û mitîngeke hate protestokirin. Li dijî darbe û faşîzmê banga tevlîbûna meşa Kolnê hat kirin.
Hêrsa gelê Kurd a li dijî desteserkirina îradeya gelê Kurd ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve mezin dibe. Li bajarê Nantes ê Fransayê ji bo protestokirina darbeya qeyûmê, ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Nantes Engîn Sîncar, ve meş û mitîng hate lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo meşa ku wê di 16’ê Mijdarê de bi şîara “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li Kolnê were lidarxistin jî bang hat kirin.
Meşa li Place de Commerce destpê kir. Di meşê de pankarta “Dewleta Tirk a faşîst şaredariyên Kurdan desteser dike”, wêneya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hilgirtin.
Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Kujer Erdogan, terorîst Erdogan”, “Dewleta Tirk faşîst e”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin. Meş li Place de Royalê bi dawî bû.
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê, li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Nantesê, Ezgî Demîr axivî. Ezgî Demîr diyar kir ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê careke din îradeya gelê Kurd desteser kiriye û anî ziman ku gelê Kurd wê careke din destûrê nede ku îradeya wê bê desteserkirin.
Ezgî Demîr destnîşan kir ku gelê Kurd tu carî serî li hemberî zilmê netewandiye û got: “Em ê li her derê li dijî zilmê li ber xwe bidin. Em ê li her qadê têkoşîna xwe mezin bikin û li kêleka gelê xwe yê berxwedêr bin.”
Ezgî Demîr ji bo meşa ku wê di 16’ê Mijdarê de li bajarê Kolnê ê Elmanyayê ji bo şikandina pergala qirkirin û êşkenceyê ya Îmraliyê bê lidarxistin jî bang kir.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Elîhê”, “Bijî berxwedana Mêrdînê” ve “Bijî berxwedana Xelfetî” bi dawî bû.