Li Mûstefa Çelîk 2 sal û 7 meh cezayê girtîgehê birîn

Li aktivîstê Kurd Mûstefa Çelîk ê di meha Çileyê de li Bremenê hatibû girtin, 2 sal û 7 meh ceza lê birîn.

Rûniştina doza aktivîstê Kurd Mûstefa Çelîk ê di meha Çileya îsal li Bremenê hatibû girtin û şandibû girtîgehê, li Dadgeha Eyaleta Bilind a Hambûrgê pêk hat. Dozger 2 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Çelîk birî.

Di navbera guhdarvan ên biryara dadger protesto dikirin de gengeşe derket. Xwestin ku di derbarê nivîskarê Elman û parêzvanê mafê mirovan Anja Flach de girtename bê nivîsandin. Yên li salonê bi qîrkirina dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Kurdistaniyan piştî rûniştinê biyar protestokirin. Li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê Leyla Kaya axivî û got: “Dewleta Elman bûye pêlîska Erdogan.” Kaya destnîşan kir ku nexweşiyên giran ên Çelîk hene, diyar kir ku mehkûmî mirinê hatiye kirin.