BI DÎMEN

Li Munsterê berxwedana Rojava hate silavkirin

Li bajarê Munster ê Elmanyayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, meşek hate lidarxistin. Di meşê de berxwedana Rojava hate silavkirin.

Li bajarê Munster ê Elmanyayê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo piştgiriya berxwedana gelên herêmê, meşek hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Gel ve hat lidarxistin û ji bo bîranîna şehîdên azadiyê, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Bi dehan Kurdistanî, endamên Komeleya Piştevaniya Rojava ya Elmanyayê û nûnerên partiya Dîe heremî, beşdarî meşa ku li kolana herî qelebalix a bajêr hat lidarxistin, bûn.

Di meşê de berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk, hate silavkirin.