Li Munih û Kasselê Roja Kobanê ya Cîhanê hat pîrozkirin
1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Munih û Kasselê bi coş hat pîrozkirin.
1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li Munih û Kasselê bi coş hat pîrozkirin.
Li bajarê Munih ê Elmanyayê, 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi coş hat pîrozkirin. Girseya gel a li navenda bajêr hatin ba ha hev, bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Rojava“, “Bijî berxwedana gerîla“ û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin û govend gerandin.
Pîrozbahî bi sirûda “Çerxa Şoreşê” bi dawî bû.
KASSEL
Li Kasselê jî bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê şahî û meş hat lidarxsitin. Di şahî û meşê de alên Rêber Apo, YPG û YPJ’ê hatin hildan. Şahî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û peyamên enternasyonalîstan hatin xwendin.
Di şahiyê de bêyî navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Ciwan Fedaiyên Rêber Apo ne" û "Freiheit fur Ocalan, Frieden in Kurdistan" hatin berzkirin.
Girseyê li ber stranan govend gerand.