BI DÎMEN

Li Moskowayê şoreşa 19'ê Tîrmehê hat pîrozkirin

Li peytaxta federasyona Rûsya Moskowayê bi wesîleya salvegera 12’an a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, şahî hat lidarxistin.

20’ê Tîrmehê li paytexta federasyona Rûsya Moskowayê bi wesîleya salvegera 12’an a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, bi tevlîbûna dostên gelê Kurd û berpirsiryarên rêxistinên gelên cuda şahiyek hat lidarxistin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Rûsyayê Rêşad Bênav axivî û behsa wateya rojê kir. Piştre mêvanan mafê axaftinê girtin. Sînevîzyonek li ser dîroka şoreşa 19’ê Tîrmehê hat temaşekirin.

Di şahiyê de nûner, profesor, akademîsyen û hunermendên gelên cuda yên weke Rûs, Ereb, Cihû, Yewnan, Talîş, Ermenî, Kazax û hwd amade bûn. Ji Hunermendên Kurd Sarê Xadjîêva derket ser dikê û stran got.

Di dawiya şahiyê de govend hate gerandin.