Li Marsîlyayê meşa ji bo azadiya Ocalan

Ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Marsîlyayê daketin qadan û di serî de CPT bang li saziyên navneteweyî kirin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Bi banga TCŞ û TêkoJIN a li ser rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên Kurd li bajarê Marsîlya yê Fransayê meşek lidar xistin.

Ciwanan posterên Ocalan hildan û bi zimanên Fransî û Kurdî dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

Di dema meşê de ku nêzî du saetan dewam kir, belavokek bi Fransî hate xwendin û hate gotin, "Azadiya Rêber Apo azadiya tevahiya mirovahiyê ye. Piştî daxuyaniya parêzerên Rêberê me, fikarên me yê li ser jiyana Rêberê me zêde bûn. Di serî de CPT em bang li saziyên navneteweyî dikin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê her tiştî bikin. Em ji vê derê careke din bang li ciwanên Kurdistanî dikin ku qakevin qadan."