Li Marsîlyayê gora şehîd Medjahed hate ziyaretkirin

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê gora Şahîn Qerecox (Farîh Medjahed) hate ziyaretkirin. Medjahed di sala 2018’an de li Rojava şehîd bûbû.

Kurdistanî û malbata şehîd çûn ser gorê. Di şexsê Medjahed de deqîqeyekê rêz hate girtin.

Piştre dayika Medjahed axivî.

Serdana gorê bi slogana ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.