Li Marîgnaneyê ji bo azadiya Ocalan meşek hate lidarxistin

Ciwanên Kurd li komuna Marîgnaneyê ya li başûrê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.

Çalakgerên Tevgera Ciwanên Şoreşger li pêşiya şaredariya Marîgnaneyê hatin ba hev.

Çaalakî di çarçoveya pêngava ‘Dawî li tecrîd, dagirkerî, faşîzmê bîne, bi hev re serhildan’ de hate lidarxistin.

Di çalakiyê de çalakgerekî TCŞ’ê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah îradeya gelê Kurd e û got, “Em ciwanên Kurd diyar dikin ku kesên dixwazin îradeya gelê Kurd bişkînin bila biçin li rûpelên dîrokê binihêrin. Me tu carî stûyê xwe xwar nekir û em ê xwar jî nekin. Divê her kes bi vî tiştî bizanibe.”

Piştî vê daxuyaniyê de ciwanan di nava bajêr de dest bi meşê kirin û bi pankarteke mezin ‘Azadî ji Ocalan re’ û alayên PKK, YPG, YPJ û TCŞ’ê hildan.