Li Londrayê komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin

Li paytexta Brîtanya Londrayê bi sedan Kurd li hev civiyan û  21’emîn salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meş û mîtîngekê ve protestokirin.

Bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd bi sedan gel li pêşiya avhiya BBC Londra li hev civiyan, pankarta “Ji Ocalan re azadî, statu ji Kurdistanê re” vekirin û wêneyên Ocalan, alayên YPG, YPJ, PYD û PJAK’ê hildan.

Bê navber dirûşmeyên “Bimre komploya 15’ê Sibatê” , “Bijî Serok Apo”, “Loveyl Ocalan” û “Duh Mandela îro Ocalan” berz kirin. Piştre ji aliyê Înîsyatîfa Azadiya Ocalan ve daxuyanî hate dayîn û hate gotin; “ Hiqûqa navnetewî tune hete hesibandin û hêzên dagirker bi komployekê Rêzdar Ocalan radestî dewleta Tirk kirin. Ocalan têkoŞîna azad û wekhev li girva Îmralî bi berxwedaneke mezin pêşxist îro paradîgmaya civakê pêşkêşî gelên Rojhilata Navîn kir. Azadiya Ocalan di heman demê de azadî û aştiya Rojhilata Navîn e.”

Ji Meclîsa Gel a Kurd Ahmt Muslum axivî û wiha got; “Raste Rêber Apo xistin zindanê. Bi fizîkî ji me dûr xistin. Lê gelê Kurd yê bi şeref û bi rûmet bi fikrên Rêber Apo li çar pareçyên Kurdistanê aşitî û demokrasiyê ava dikin. Îro Projeya Konfederalîzma Demorkatîk a Rêbertî Rojhilata Navîn ronî dike. Carek din em dibêjin hûn nikarin Roja me tarî bikin.”

Berdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gel a Kurd Alî Poyroz jî wiha got; “Gel wê tu caran komployê qebûl neikin. Kurd û hemû gelên bidnest komploya navneteî şermezar û lanet dikin. Îradeya azad û berxwedana azad tu caran nayê dîlgirtin. Em carek din berxwedana Îmralî silav dikin.”

Piştî axaftinan girseya gel meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Ocalan” hate berzkirin û welatiyên derdor jî eleqeyek mezin nîşan da. Meş li Qada Trafalgarê bidawî bû.