Li Lîmasolê komkujî hate şemerzarkirin

Komkujiya li Konya Meramê ku bi destê nîjatperestên Tirk li ser Kurdan pêk hatî, li bajarê Lîmasolê ya Qibrisê hate şermezarkirin.

Kurdistanî êvara Şemiyê li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Teofîlosê hatin cem hev û ji bir heta bi parka Molozê meşiyan.

Li parkê ji bo kesên ku di komkujiyê de hatin kuştin deqeyek rêz hate girtin.

Li ser navê çalakgeran axaftin hate kirin û hate gotin, dewleta Tirk dixwaze pêvajoya komployê bidomîne û di vê pêvajoyê de plansaziya komkujiyên mezin hatiye danîn.

Her wiha hate gotin Kurd wê bi paş ve gav neavêjin.