Li Liege êrîşên dagirkeriyê hatin şermezar kirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û herêmên gerîla li bajarê Liege yê Belçîkayê bi meşekê hate şermezar kirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û ciwanên enternasyonalîst di 24’ê Mijdarê saet 19.00’an de li bajarê Liege ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava meşek li dar xistin.

TCŞ û Rûniştina Ciwanên Navneteweyî bang li ciwanên Kurd û enternasyonalîst kirin ku di vê pêvajoyê de li qadan bin.

Di daxuyaniya ku di çalakiyê de hat dayîn de hat diyarkirin ku dem hatiye ku ji faşîzmê hesab bê pirsîn û gelek caran dirûşmeyên ji bo PKK’ê, gerîla û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin.