Li Kopenhagê li qereqola polîsan teqîn çêbû
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê saetên sibê li qereqoleke polîsan teqînek çêbû.
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê saetên sibê li qereqoleke polîsan teqînek çêbû.
Di encama teqînê de zirareke maddî çêbû, kuştî û birîndar nîne.
Hêzên ewlehiya Danîmarkayê têkildarî sedemê teqînê heta niha tu daxuyaniyek nedaye.
Rojên derbasbûyî jî li daîreya bacê teqînek çêbûbû, polîs jî girêdana her dû teqînan bi hev re heye yan ne, lêkolîn dike.
Polîsan ji bo şahidên bûyerê ku tê gotin dema teqînê de kesekî kincên reş li xwe kirî ji cihê bûyerê dûr ketiye, bang kir.