BI DÎMEN

Li Kopenhagê çelenga reş danîn pêşiya Konsolosxaneya Fransayê

Bi pêşengiya Meclîsa Jinên Kurd a li Kopenhagê xebat dike, bi wesîleya salvegra komkujiyên Parîsê çelenga reş danîn pêşiya Konsolosxaneya Fransayê.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, ji bo pêşengên gelê Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin çelenga reş danîn pêşiya Konsolosxaneya Fransayê.

Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinên Kurd a li Kopenhagê xebat dike, hat lidarxistin. Di çalakiyê de daneza bi nivîsa “Kujer diyar in û Fransa bêdeng e. Bêdengiya li hemberî komkujiyê, şirîkatî ye” jî danîn.

Di daxuyaniya çalakiyê de wiha hate gotin: “Hevalên me Sara, Rojbîn û Ronahî nûnerên jinên azad bûn. Dewleta Tirk a faşîst ji bo şikandina îradeya jinên Kurd li Ewropa û Kurdistanê serî li her curê suîqest û komkujiyan dide. Ev zîhniyeta faşîst a ku li hemberî jinên ku li dijî serweriya mêr serî hildidin, tirsiyan û hewl dide wan bi awayekî fîzîkî ji holê rake, wê di dawiyê de hilweşe. Sara, Rojbîn û Ronahî nûnerên jinên azad e. Em ê ala ku ew hiştine bilindtir bikin, bidin pey şopa wan û wan di têkoşîna xwe ya şoreşgerî de bidin jiyîn.”