Li Kolnê çalakiya ‘Bila dîktator’ were darizandin
Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ li bajarê Kolnê yê Elmanyayê jinên Kurd standa agahdarkirinê vekirin.
Di çarçoveya kampanyaya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ li bajarê Kolnê yê Elmanyayê jinên Kurd standa agahdarkirinê vekirin.
Standa li qada Neûmarktê ji aliyê Meclîsa Jinan a Viyanê ya Kolnê hate vekirin.
Di standê de ji bo darizandina Erdogan îmze hate komkirin û bi mîkrofonê agahdarî hate kirin.
Li ser pankartekê wêneyê jinên hatibû kuştin hatibû bicihkirin û li ser pankartê ‘100 jinên hatine qetilkirin! Ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ hatibû nivîsandin.