Li Kibrisê salvegera avabûna PYD’ê hate pîrozkirin
Li bajarê Lîmassolê yê Kibrisê salvegera avabûna PYD’ê hate pîrozkirin.
Li bajarê Lîmassolê yê Kibrisê salvegera avabûna PYD’ê hate pîrozkirin.
Ji aliyê Meclîsa Gel a Kurdan a Kibrisê li Qada Moloz Parkê ya Lîmasoolê salvegera 17’emîn a avabûna PYD’ê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de alayên PYD, YPG, YPJ’ê û yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan û sloganên ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Bijî PYD, YPG, YPJ’ hate berzkirin.
Nûnerê PYD’ê Yasîn Terguç axivî û diyar kir ku PYD ji bo Rojava û Kurdistanê ji bo afirandina nirxên mezin ên Kurdistanê pêşengtî kiriye.
Di axaftinan de operasyona qirkirinê ya li ser HDP’ê jî hate protestokirin.