Li kantona Ticino ya Swîsreyê komeleya DEM-KURD'ê hate vekirin
Li kantona Ticino ya Swîsreyê ku zimanê xwe Îtalî ye, Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk (DEM-KURD) ava bû. Ji bo komeleyê li bajarê Bellinzonayê buroyek hate vekirin.
Li kantona Ticino ya Swîsreyê ku zimanê xwe Îtalî ye, Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk (DEM-KURD) ava bû. Ji bo komeleyê li bajarê Bellinzonayê buroyek hate vekirin.
Hevseroka Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya, parlamentera berê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, siyasetmedarê Kurd Siddik Batûr û rêveberên saziya sosyalîst a li Ticinoê jî di nav de gelek kes tevlî merasîma vekirina komeleyê bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şoreşgerên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne, hevserokên komeleyê silav dan gel. Piştre jî dayikên şehîdan komele vekirin.