BI DÎMEN

Li herêma Drancy Kurdan darbeya qeyûm şermezar kirin

Kurdên li herêma Drancy a Fransayê, darbeya qeyûm a dewleta Tirk şermezar kirin.

DARBEYA QEYÛM

Li herêma Drancy a Fransayê, bi banga Meclîsa Gel a Drancy Kurdistanî li hev kom bûn.

Di çalakiyê de desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û navçeya Xelfetî ya Rihayê hate şermezarkirin.

Bi navê Meclîsa Gel a Drancy daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku wê bi berxwedana xwe ya li her qadê destê Rêber Apo xurt bikin û şert û mercên azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

Her wiha bang li gelê Kurd ê li Ewropayê hate kirin ku li dijî êrîşên îmhayê di 16'ê Mijdarê de li Kolnê daxwaza azadiya Rêber Apo bike.