Li Helsinborgê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn
Şehîdên Meha Cotmehê li bajarê Helsinborg ê Swêdê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Şehîdên Meha Cotmehê li bajarê Helsinborg ê Swêdê bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Li bajarê Helsinborgê bi pêşengiya Komûna Şehîd Gulan, ji bo Şehîdên Meha Cotmehê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di bîranînê de nûnera Kongra Starê Nesrîn Tirbespî axivî. Tirbespî diyar kir ku Tevgera Azadiyê bi saya Şehîdên Azadiya Kurdistanê ji bo gelên cîhanê bûye hêvî û bal kişand ser êrîşên qirkirinê ya dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd.
Li ser ser navê TJK-E’yê jî Nûpel Mûnzûr axivî. Di axaftina xwe de bi taybet ser wateya şehîdên Meha Cotmehê ji bo tevgera azadiyê û ji bo Kurdistanê sekinî û got: “Divê em Şehîdên Meha Cotmehê bi taybet şehîd Bêrîtan ku di tevgera me de bûye sembol, baş fêm bikin û li ser vê bingehê xwedî li bîranînên wan derkevin. Her wiha tecrîd berdewam dike û li ser çar perçên Kurdistanê êrîşên dewleta dagirker dewam dike ji bo vê yekê jî divê em berxwedanê mezintir bikin. "
Merasîm piştê axaftinan bi xwendina helbest û nîşandana sînevîzyonê berdewam kir. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û” Bijî Serok Apo” bi dawî bû.