Li Hambûrgê bi hezaran kesî komkujî şermezar kirin

Li bajarê Hambûrgê bi hezaran kes li hev kom bûn û komkujiya ku li Hanaûyê hate kirin bi meşekê şermezar kirin.

Êrişa nîjadperestî ya li bajarê Hanaû yê Elmanyayê ku 9 kes hatin qetilkirin, li Hambûrgê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate şermezarkirin.

Kurdistanî tevî şoreşgerên Tirkiyeyî û Elman li navenda strasyona navendî ya trenê li hev kom bûn û li dijî komkujiyê meşiyan.

'EM RÊXISTINIYA CIVAKÎ MEZIN BIKIN'

Bi navê KON-MED'ê Yavûz Fersoglû axivî û diyar kir ku rêxistinên nîjadperest û faşîst divê bên qedexekirin.

Bi navê Civaka Yahûdî ya Hambûrgê jî Eîlke Steîlkel axivî û diyar kir ku hovîtiya doh li dijî civaka Yahûdî hate kirin niha li dijî koçberan hemûyan tê kirin.

Ji Însiyatîfa Ramazan Avci ya Hambûrgê parêzer Unal Zeren jî bi bîr xist ku Avci beriya çend salan ji aliyê nîjadperestan ve hate qetilkirin û got, li dijî nîjadperestiyê divê rêxistiniya civakî pêk were.

Parêzvana mafên mirovan Anja Flach jî got, "Gelê Kurd ewladên xwe yên hêja di komkujiya Hanaû de winda kir. Em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin."

Meş li taxa Sternschanzeyê bi mîtîngekê bi dawî bû.