Li Grîgny û Lîmasolê şehîd Zîlan hate bîranîn

Tevgerên ciwanên Kurd TCŞ’ê û TekoJIN li herêma Grîgnyê ya Parîsê bi wesîleya salvegera çalakiya fedaî ya gerîlaya PKK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) çalakiya bîranînê lidar xistin. Li bajarê Lîmasol ê Qibrisê jî çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li komeleya navendî ya Grîgnyê şehîd Zîlan a ku di 30’ê Hezîranê de li Dersimê çalakiya fedaî lidar xist, bibîr anîn.

Piştî axaftina vekirinê, endamê Komîsyona Malbatên Şehîdan li ser têkoşîn û jiyana şehîd Zîlan axivî.

Di axaftinan de hat gotin, “Fermandar şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ya fedaî derbeyek mezin li dijî polîtîkayên înkar û tinekirinê ya dijmin xist. Ji dijminê rezil ê ku komkujiya Dersimê pêk anî, tola gelê me ya xwe ji kendalê avêtine, hilanî.”

Di çalakiya bîranînê de li ser jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan sînevizyonek hate temaşekirin. Piştî wê nameyên gerîlaya PKK’ê Zîlan ên beriya şehadeta xwe nivîsîbûn, hatin xwendin.

Di heman demê de bi wesîleya salvegera şehadeta şehîd Hîvda Avareş (Melek Erkek) malbatê axaftinek kir û bal kişand ser girîngî û wateya şehadetan.

LÎMASOL

Li bajarê  Lîmasol ê Qibrisê jî, ji bo şehîd Zîlan çalakiya bîranînê hate lidar xistin.

Bîranîn li avahiya Navenda Çanda Kurd a Teofîlos ya bajarê Lîmasolê hate lidar xistin.

Çalakiya bîranînê bi pêşengiya Komîsyona Malbatên Şehîdan a girêdayî Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê û Însiyatîfa Jinên Kurd a Qibrisê hat lidar xistin. Di bîranînê de wêneyên şehîd Zîlan û şehîdên Elkê yên di rojên dawî de ji aliyê HPG’ê ve hatin ragihandin li quncikê şehîdan hatin danîn. Li ber wêneyê şehîdan qurnefîl hatin danîn û find hatin pêxistin.

Berdevkên komîsyonê û malbatên şehîdan di bîranînê de axivîn. Pêşî nameya şehîd Zîlan a ku beriya çalakiya xwe ya fedaî pêk bîne nivîsîbû hate xwendin. Piştre jî sînevîzyonek hate temaşekirin.

Çalakî bi stranên ku ji bo bîranîna şehîd Zîlan û şehîdên Şoreşa Kurdistanê hatin gotin bi dawî bû.