Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava û Helebê li gelek navendên Ewropayê hatin protestokirin.
LÎMASOL
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Lîmasol ê Qibrisê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava bi meşekî protesto kirin. Girseya ku li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Thefilosê li hev civiyan, ber bi Şaredariya Limasolê ve meşiyan.
Di pêşiya korteja meşê de flamaya mezin a YPG’ê, posterên Rêber Apo, al û flamayên PKK, HPG hatin hilgirtin. Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Bijî HPG” hatin berzkirin û bi sedan belavokên têkildarî êrîşên dagirkeriyê hatin belavkirin.
Li pêşiya Şaredariya Limasolê piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtin hat girtin.
Siyasetmedar Lezgîn Serhat û nûnerên PYD’ê yê Qibrisê Yasîn Terbuş di çalakiyê de axivîn. Di çalakiyê de hate gotin ku gelê Kurd ji xeynî hêza xwe hêviyê ji tu dewletek neke û hişyarî hate kirin ku bi tenê daxuyaniyên şervanên azadiya Kurdistanê û nûnerên siyasî yên gelê Kurd esas bigirin.
MALMO
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Malmoyê başûrê Swêdê li ser banga NCDK Skanê li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava protesto kir.
Kurdistanî, Tora Piştevaniya Filîstinê, Tora Piştevaniya Îranê, Komîteya Rojava û gelek nûnerên rêxistina çep beşdarî çalakiyê bûn.
Di axaftina li ser navê NCDK’ê de hate xwestin ku gelê Kurd û dostên wan li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava bi hestiyar bin. Di axaftina li ser navê Komîteya Rojavayê de jî wiha hate gotin: “Em êrîşên li ser Rojava ji çeteyên DAÎŞ’ê pir baş dizanin. Daxwazên ku DAÎŞ’ê nekarî bi ser bixe, dewleta Tirk û çeteyên wî hewl didin bikin. Ji ber vê yekê em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku piştgirî bidin têkoşîna Kurdan. Em bang li hemû gelan dikin ku xwedî li Şoreşa Jinê ya li Rojava derkevin.”
Piştî axaftinan dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPJ”, “Bijî YPG”, “Bijî Serok Apo” ve “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
GOTEBORG
Kurdistanî û dostên wan li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Rojava li bajarê Goteborg ê Swêdê daketin qadan.
Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku li pişt êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî piştgiriyeke navneteweyî heye û banga piştevaniyê ya bi Rojava re hate kirin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi dehan Kurdistanî û dostên wan bi organîzasyona Meclîsa Gel û Meclîsa Jinê li pêşiya stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Sûriye û Rojava protesto kirin.
Di mîtîngê de Hevserokê FCDK-KAWA Mehmet Çopan axivî. Çopan destnîşan kir ku dewleta Tirk Kurdan weke dijmina xwe ya herî mezin dibîne û ji bo tunekirina Kurdan her rêyê bi kar tîne.
Çopan diyar kir ku hêzên YPG û YPJ’ê yên li Rojava parastina Kurdan dikin bi berdewamî bang dikin û anî ziman ku divê Kurdistaniyên li Ewropayê bersivê bide van bangan. Çopan daxuyaniya YPG’ê ya dawî bi bîr xist û anî ziman ku divê Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan xwedî li hêzên ku Rojava diparêzin, derkevin. Çopan destnîşan kir ku divê gel her tim ji bo tevgerê amade be.
Di mîtîngê de danezanên bi Elmanî hatin xwendin û belavkirin û dirûşmeya “Xwedî li Rojava derkeve” hate berzkirin.
HANNOVER
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê êrîşên li ser Rojava bi meş û mîtîngê hate protestokirin. Mîtîng bi deqeyekî rêzgirtinê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.
Di çalakiyê de ji bo ku dewleta Tirk a dagirker demildest piştgiriya xwe ya ji bo çeteyên li Rojava berde bang li saziyên navneteweyî hate kirin û bang li Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku kolanan neteriqînin.
Piştre girseyê bi dirûşmeyên “Bijî berxedana Gerîla", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG/YPJ", “Terorîst Erdogan”, “Terorîst Tirkiye û “Erdogan qatîlê zarok û jinan e” dest bi meşê kir. Di meşê de gelek pankart û flama hatin hilgirtin.
AMSTERDAM
Li paytexta Hollanda Amsterdamê jî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava bi çalakiyekê hatin protestokirin.
Kurdistaniyên li ber avahiya Konsolxaneya Tirkiyê hatin ba hev, bêyî navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî YPG" û "Bijî YPJ" berz kirin.
Di çalakiyê de bi zimanê Îngilîzî daxuyanî hat xwendin û banga parastina Şoreşa Rojava hat kirin.
ARNHEM
Kurdistanî li bajarê Arnhem ê Hollandayê li Willenspleinê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin.
STOCKHOLM
Li paytexta Swêd Stockholmê êrîşên li dijî Rojava hatin protestokirin. Çalakî bi banga Meclîsa Jinê ya Amara û NCDK’ê li qada Sergels Torgê hate lidarxistin.
Komîteya Rojava ya Stockholmê û rêxistinên çep ên Swêdê jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Dewleta Tirk ji Rojava bicehime”, “Destên xwe yên bi xwîn ji Rojava bikêşin”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de Endama Meclîsa Jinê ya Amara Girin Kasirga axivî û wiha got: “Dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wî yên paşverû bi êrîşên li ser herêma xweser a Rojava dixwazin li Sûriyeyê kaos û pevçûn dîsa kûr bibin, destkeftiyên ku gel bi berdêlên mezin bi dest xistine ji holê rakin. Ji 29’ê Mijdarê ve êrîşî Helebê kirin û piştre jî beralî Hama û bajarên din bûn. Bi hemwextî êrîşî dagirkeriyê li dijî Şehbayê jî dan destpêkirin, ev yek nîşan dide ku konseptekî pir berfireh heye. Dijminatiya dewleta Tirk a faşîst sînoran nas nake.”
Di dawiya çalakiyê de bang hate kirin ku ku çalakiyên ji bo Rojava bi tenê rojekî re sînordar nemîne û her tim di nava çalakiyan de bin. Hate diyarkirin ku di vê çarçoveyê de wê li Stockholnê çalakî bên lidarxistin û wiha hate gotin: “Em bang li jin, gelê Kurd, dostên gelê Kurd û mirovahiyê dikin ku xwedî li Rojava derkevin.”
MANNHEIM
Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Rojava bi çalakiyekê hate protestokirin. Di çalakiyê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan û peyamên piştevaniyê hatin dayîn.
KOLN
Li Kolnê jî bi heman armancê çalakî hat lidarxistin.
STUTTGART
Êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Heleb û Rojava li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Lautenschlagerstaße hatin cem hev, heta Rotebuhlplatzê meşiyan û li wir daxuyanî dan.
BELLINZONA
Li bajarê Bellinzona yê Kantona Ticino yê Swîsreyê jî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Heleb û Rojava hate protestokirin.
Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana YPG” û “Bijî berxwedana YPJ) hatin berzkirin.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî Kurdistanî daketin qadan. Girseya ku flamayên kes, zor û zer hildan û dirûşmeyên "Rojava ne bi tenê ye" berz kirin.
Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.
FRANKFURT
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê jî êrîşê dagirkeriyê yên li ser Rojava bi çalakiyekê hate protestokirin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber statsyona navendî ya bajar hatin ba hev û heta Qada Hauptwacheyê dest bi meşê kirin. Di meşê de alên YPG û YPJ’ê hatin hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG” û “Bijî YPJ” berz kirin.
Kurdîstanî û dostên wan li ber Hauptwacheyê daxuyanî da û banga piştevaniya bi Rojava re kirin.
FREIBURG
Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê êrîşên HTŞ û komên bi piştgiriya dewleta Tirk ên li ser Rojava bi meş û mîtîngê hate protestokirin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Gel a Freiburgê ve hat lidarxistin û bi dehan Kurdistanî beşdar bûn.
Di mîtingê de berxwedana gelê Rojava hate silavkirin û peyamên piştevaniyê ya ji bo parastina herêmê hate dayîn. Çalakî bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû û beşdaran diyar kirin ku ew ê Rojava biparêzin û piştgirî bidin.
DUSSELDORF
Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê êrîşên deweta Tirk ên li ser Rojava bi mîtîngekî hate protestokirin.
LOZAN
Li bajarê Lozan a Swîsreyê girseya ku nûnerên partiyên siyasî yên Swîsreyê û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî di nav de bûn, li pêşiya stasyona trenê ya navendî li hev civiyan.
Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê (CDK-Lozan) Hayrettîn Oztekîn daxuyaniya hevpar a CDK-S û YJK-S’ê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê xwend. Oztekîn bang li hikumeta Swîsreyê, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl kir ku li dijî êrîşan ikevin tevgerê.
Li ser navê Partiya Ensemble à Gauche Pierre Patellî anî ziman ku ew li gel Pergala Konfederalîzma Demokratîk in ku bi şoreşa Rojava re hatiye afirandin.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
VIYANA
Li paytexta Awusturya Viyanayê bi pêşengiya pêkhateyên Civaka Azad û Defend Kurdistan li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meş û mîtîng hate lidarxistin. Rêxistinên cuda û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Di meşa ku ji kolanên herî qelebalix ên Viyanayê Stephansplatzê dest pê kir û heta Parlementoyê dewam kir de axaftin hatin kirin.
Axaftvanan diyar kirin ku êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava jiyana gelên herêmê dike xeteriyê û wiha hate gotin: “Gelê Kurd wê her tim li ser piyan bimîne û li ber xwe bide.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” ve “Bijî Serok Apo“ bi dawî bû.
BERLIN
Li paytexta Elmanya Berlinê êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mîtîngekî hate protestokirin. Mîtînga protesyî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Meclîsa Kurdistaniyên Azad (Nav Berlîn) hate lidarxistin û Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn. Çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre daxuyaniyên TJK-E, YKJ-E, Xwendekarên Berlîn, Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê hatin xwendin.
Hevserokê Partiya Çep (Die Linke) Jan Van Aken di çalakiyê de axivî. Aken destnîşan kir ku divê dewletên YE û bi taybet Elmanya peydakirina çekan ji bo dewleta Tirk û Erdogan berdin.