Li gelek navendên Ewropayê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Li gelek bajarên Ewropayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin û peyamên ji bo azadiya Rêber Apo hatin dayîn.
Li gelek bajarên Ewropayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin û peyamên ji bo azadiya Rêber Apo hatin dayîn.
Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên jiyanê, çavkaniyên gazê yên li Rojava, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê meş hate lidarxistin.
Meş li ser banga Defend Kurdistan, Jugend Kommune, Gemeinsam Kämpfen û Kurdan li Qada Thomaskirchhof dest pê kir û heta Parka Rabat dewam kir.
Di daxuyaniya li parkê hate dayîn de peyamên ji bo azadiya Rêber Apo hatin dayîn û êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çareserî bi Rêber Apo re pêkan e.
STOCKHOLM
Kurdistanî li paytexta Swêdê Stockholmê li ser banga Meclîsa Jinê ya Amara li Sergels Torgê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.
Çalakî bi banga ji bo çalakiya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku 2’ê Mijdarê li Stockholm Norra Bantorgetê bê lidarxistin, bi dawî bû.
KASSEL
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê jî bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava mîtînga protestoyî hate lidarxistin. Mîtîng ji aliyê Meclîsa Gel a Herêmê ve li Qada Konigsplatzê hate lidarxistin.
Di mîtîngê de Hevserokê Kasselê axivî û danezanên KIN-MES’ê hatin belavkirin. Li ser navê Women Defend Rojava axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk sivîlan qetil dike.
STRASBOURG
Li bajarê Strasbourg ê Fransayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) çalakiya duçerxê hate lidarxistin. Çalakiya duçerxê ku ji Place de la Gare dest pê kir ji BoulevardPresident Wilson, Rue Fauborg de Saverne, Rue GustaveDore, Rue du 11 Nowembre derbas bûn û li Place Kleberê bi dawî bû. Çalakvanan posterên Rêber Apo hilgirtin.
Di çalakiyê de danezan hatin belavkirin û bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê û êşkenceya Îmraliyê.
LUZERN
Li bajarê Luzern ê Swîssreyê bi pêşengiya endamên Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), di şexsê Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de ji bo bîranîna Şehîdê Meha Cotmehê meşa bi meşaleyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.
Meş piştî axaftinan, ji Muhlenplatzê heta Helvetiaplatzê dewam kir. Di meşê de timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Zap, Avaşîn ,Metîna, Bijî berxwedana gerîla” hatin berzkirin.
LOZAN
Li bajarê Lozan ê Swîsreyê li dijî êrîşên dagirkeriyê li qada St. Laurentê çalakî hate lidarxistin. Gelek nûnerên partiyên Swîsreyê û nûnerên rêxistinên ciwanên şoreşger tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-L) Sitki Demîr derbarê êrîşên dagirkeriyê û tecrîda Îmraliyê axivî. Piştre Serok POP (Partiya Karkeran) Julien Schwab mafê axaftinê girt. Schwab destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriyê ku li dijî hiqûqa navneteweyî dewam dike, hêza xwe ji hiqûqa bêcahiştinê ya dewletên naveteweyî digire û got: “Em li gel hevrêyên xwe yên ku li Rojava li ber xwe didin in. Weke ku em li gel gelê Filîstin û Lubanê ne, li Tirkiye, Suriye, Iraq û Îranê jî li gelê Kurd ê berxwedêr in.”
Li ser navê navê rêxistinên ciwanan ên enternasyonalîst jî axaftin hate kirin û wiha hate gotin: “Heta ku aştî were Kurdistanê û Rêber Apo azad bibe wê têkoşîna me dewam bike.”
Di çalakiyê de daxuyaniya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) hate xwendin.
CENEVRE
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê jî li qada Mont Blanc çalakî hate lidarxistn. Di çalakiyê de li ser navê CDK-Ge û rêxistinên ciwanên şoreşger daxuyanî hate dayîn û banga tevlîbûna meşa Kolnê hate kirin ku wê 16’ê Mijdarê bê lidarxistin.
CHUR
Kurdistaniyan li bajarê Chur ê Swîsreyê li qada Bahnhofplatzê li hev civiyan. Nûnerê CDK-Churê Kureyş Doymaz û Siyasetmedar Ayşe Acar Başaran axivîn. Ayşe Acar Başaran anî ziman ku tecrîda Îmraliyê hê jî dewam dike û wiha got: “Rêbertiya me hê jî ne bi me re ye. Weke ku Rêbertiya me di hevdîtinan de anî ziman eger şert û merc were pêkanîn wê aştî pêk were. Dewleta Tirk dibêje ku çareseriyê digere. Lê ji bo çareseriyê tîştek nake. Êrîşên wî yên li ser Rojava dewam dikin. Hê jî jin û zarok tên qetilkirin. Hê jî bombeyan dibarîne. Lewm divê em jî di ferqa her tiştê de bin. Divê li van lîstokan nexapin.”
Çalakî bi xwendina metna çapemeniyê ya bi Elmanî bi dawî bû.
BERN
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ser banga Komîteya Piştevaniya bi Rojava re li paytexta Swîsre Bernê li Bahnhofplatzê li hev civiyan.
Girseyê piştî daxuyaniyian ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kir. Girseyê xwest ber bi Parlementoya Federal a Swîsreyê ve bimeşin, lê polîsên Swîsreyî hewl da girseyê asteng bike. Meşa ku nêzî saeteke dewam kir, li qada Reithallê piştî daxuyaniyên PYD û TCŞ’ê bi dawî bû.
LIMASOL
Kurdistanî û dostên wan li ser banga Meclîsa Gel a Kurd a Qibrisê li ber Şaredariya Limasolê kom bûn, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst şermezar kirin.
Di çalakiyê de wêneyên kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, wêneyên Rêber Apo û alên PKK, HPG, YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin.
Çalakvanan timî dirûşmeyên "Bijî berxwedana gerîla", "Bijî PKK", “Faşîst Tirkiye, dîktator Erdogan", "Tirkiyeya dagirker ji Kurdistanê bicehime" û “silava” Rêber Apo a ku bi rêya Omer Ocalan şand, bi berzkirina dirûşmeya “Silav, silav, hezar silav ji Îmraliyê re” bersiv dan.
Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst hat vegotin.
Çalakî piştî xwendina daxuyaniya çapemeniyê ya bi Îngilîzî û axaftina siyasetmedar Lezgîn Serhat bi dawî bû.
LONDON
Li paytexta Îngilistan Londonê, li ser banga Meclîsa Gel a Kurd û pêkhateyên wê, gelek Kurdistanî ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser cihên sivîlan, çavkaniyên gazê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê li ber Stasyona King's Crossê hatin ba hev.
Kurdistaniyan bi pankart û dowîzan êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û bênavber dirûşmeyên "Terorîst dewleta Tirk", "Dewleta faşîst", "Free Ocalan free Kurdistan" û “Dawî li qirkirina li ser Kurdan bînin” berz kirin.
Li qada ku Gara Trenê ya Navneteweyî lê ye eleqeyek mezin nîşanî çalakvanan dan.
Çalakvanan flamayên Rêber Apo hilgirtin û belavok belav kirin.
Di çalakiyê de hat diyarkirin ku divê hêzên navneteweyî destwerdanê li dewleta Tirk bikin û operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk a li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin.
Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk sûcê şer kiriye û wiha hat gotin: "Ji bo ku nebin alîgirê sûcên şer ên dewleta Tirk, divê demildest firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestîne. Tê gotin ku ev çek li dijî sivîlên Kurd de tên bikaranîn. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku li Rojava sivîlan biparêzin, mafên mirovan ên bingehîn û alîkariyên mirovî misoger bikin."
Çalakî bi çepik, tilîliyan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
DRESDEN
Li bajarê Dresden ê Elmanyayê ji bo protestokirina dewleta Tirk a dagirker, mîtîngek hate lidarxistin.