NÛ BÛ II

Li gelek navendên Ewropayê desteserkirina şaredariyan hate protestokirin

Li gelek navendên Ewropayê desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiyê bi çalakiyan hatin protestokirin.

Wezareta Karên Hundir a Tirk Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiya Rihayê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de desteser kir. Desteserkirina şaredariyan li gelek navendên Ewropayê bi çalakiyan hatin protestokirin. Di çalakiyên protestoyî de hate gotin ku vîna gelê Kurd hatiye desteserkirin û li dijî darbeyê banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.

STRASBOURG

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, şaredariyên Êlih û Xelfetiya Rihayê bi çalakiyekê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) li pêşiya gara navendî li hev civiyan. Çalakiya protestoyî ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Ji desteserkirina vînê ya ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve na” hate vekirin û dirûşmeyên “Dewleta Tirk faşîst e”, “Qatîl Erdogan”, “Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya polîtîk”, “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bimre xiyanet” û “Bijî Berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de metna ku ji aliyê KCDK-E’yê ve hatibû amadekirin, bi zimanê Fransî, Kurdî û Tirkî hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îro careke din rûyê dijminê Kurd a dewleta Tirk a qirker eşkere bû. Vîna gelê Kurd, şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê bi darbeyê hatin desteserkirin. Dewleta Tirk a faşîst bi darbeya ku kir, vîna gel desteser kir û dixwaze tecrîdê belavî erdnîgariya Kurdistanê bike.

Qirkirina siyasî ya vê sibehê li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hatin kirin bi eşkerehî israra di polîtîkatên şer de ye. Em rûbirûyê rastiyeke ku azadî û mafên demokratîk ji holê têne rakirin û polîtîkayên şer li gelê Kurd tê ferzkirin re dimînin.

Li hemberî daxwazên gelê Kurd rêbazên bi darê zorê dixin dewrê û dixwazin gelê Kurd gav paşde biavêje. Li Kurdistanê bi israra pêkanîna hiqûqa mêtîngeriyê şikandina vîna gelê Kurd hedef dikin.

Em bang li gelê xwe yê ji derveyî welêt û dostên wan dikin ku li gel vîna gelê me bin û berteka xwe ya demokratîk a li dijî polîtîkayên qirker li qadan raber bikin. Wê ti hewldan û zordarî nikaribe têkoşîna azadiya gelê Kurd asteng bike.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

MANNHEIM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî desteserkirina şaredariyên Kurdan hate protestokirin. Mîtîng ji aliyê Meclîsa Mannheim ve hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî li pêşiya stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û bertek nîşanî polîtîkayên desteserkirinê dan.

Di çalakiyê de gelek çaran dirûşmeyên “Şaredarî yên me ne, qatîl Erdogan!” hatin berzkirin û bal kişandin ser pêkanînên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê.

Beşdaran diyarkirin ku tayînkirina qeyûmê li şûna rêveberên hilbijartî darbeya li dijî vîna gel e û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li hemberî vê rewşê hestiyar bin.

SAARBRUCKEN

Kurdistaniyên li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji bo protestokirina desteserkirinan li hev civiyan. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku tayînkirina qeyûmê li şûna hevşaredarên bi rêyên demokratîk hatin hilbijartin, antî demokratîk û destwerdana li dijî vîna gel e.

Beşdarên çalakiyê bi berzkirina dirûşmeyên “Rêz li hember vîna gelê Kurd bigirin” û “Ne qeyûm divê hilbijartiyên gel bi rêve bibe” bertekên xwe anîn ser ziman. Kurdistaniyên li Elmanyayê û alîgirên demokrasiyê destnîşankirin ku divê pêkanînên bi vî rengî werin bidawîkiri û mafên demokratîk bên parastin.

NURNBERG

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê desteserkirina şaredariyan protesto kirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Dewleta Tirk di pêvajoya li Rojhilata Navîn pêşdikeve de bi desterserkirina vîna Kurdan dixwaze gelê Kurd bitepisîne. Di rojên derbasbûyî de bi balafiran êrîşî gelê Rojava kiribû. Îro jî bi tayînkirina qeyûm li şaredariyên Kurdistanê nîşan didin ki hebûn û vîna gelê Kurd nas nakin. Em Kurd û dostên wan xwedî li vîna xwe derkevin û vê rejîma qeyûmê biavêjin sergoyên dîrokê.”

Çalakî bi dirûşmeyên “Qeyûm wê biçin, gel wê bimîne”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” û “Vîna gel têk naçe” bi dawî bû.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê desteserkirin hate protestokirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Qatîl Erdigan destê xwe ji şaredariyên me vekêşe!”, “Kes nikare li pêşiya vîna gel bisekine” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Gel li dijî polîtîkayên zextê yên li Tirkiyeyê peyamên piştevaniya berxwedanê dan.

KOLN

Desteserkirina şaredariyên DEM Partiyê li bajarê Koln ê Elmanyaê hate protestokirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hate lidarxistin û rêxistinên enternasyonalîst, rêxistinên çep û demokratîk ên li Elmanyayê piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Dîktator Erdogan” û “Faşîst Erdogan” hatin berzkirin û pankarta “Êdî bes e, an azadî an azadî” hate vekirin.

Piştî daxuyaniya bi zimanê Elmanî, Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça daxuyaniyek da. Rûken Akça diyar kir ku gelê Kurd wê li dijî siyaseta antî demokratîk ya dewleta Tirk a li hemberî destkeftiyên gelê Kurd gav paşde neavêje. Akça di berdewamiya axaftina xwe de ji bo meşa ku di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de wê 16’ê Mijdarê bê lidarxistin, bang kir.

STUTTGART

Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi armanca protestokirina desteserkirinên şaredariyê ji aliyê dewleta Tirk ve mîtîng hate lidarxistin. Rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk tevlî mîtîngê bûn.

Di axaftinên protestoyê de hate destnîşankirin ku bi tayînkirina qeyûm mafên rêveberên hilbijartî hatiye desteserkirin û ev rewş zirarê dide demokrasiyê.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swsîreyê jî çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Ferhat Encu di çalakiyê de axivî. Encu îşaret pê kir ku piştî darbeya 4’ê Mijdarê siyasetmedarên Kurd hatine girtin û wiha got: “Ev dewleta faşîst bi zalîmane êrîşî gelê me yê berxwedêr, ciwan û jinan dike. Ev êrîş nîşan didin ku li Kurdistanê mêtîngerî heye. Li pêşiya me erkeke girîng heye. Divê em têkoşînê mezin bikin û vê pergalê bişînin.”

Sekretera Partiya Basta Fransizka Stier danezana Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ya li dijî qeyûmê bi zimanê Elmanî xwend.

WINTERTHUR

Li bajarê Winterthur ê Swîsreyê Kurdistaniyên ku li ser banga çalakiya lezgîn a KCDK-E’yê li stasyona trenê li hev civiyan, daxuyanî dan. Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Cemal Ozdemîr bertek nîşanî desteserkirinê da û got: “Em ê li dijî dewleta Tirk a qirker li qadan bin.”

BIELEFELD

Li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê jî bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk li Hauptbahnhofê çalakiya protestoyî hate lidarxistin. Di çalakiyê de bertek nîşanî bêdengiya Elmanya û dewletên Ewropayê hate dayîn û wiha hate gotin: “Ti eleqeya pêkanînên Tirkiyeyê bi serweriya hiqûqê yan jî rêzgirtina li vîna hilbijêran nîne.”

Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana belê Kurd”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Ji qeyûmê re na” hatin berzkirin.

MARSILYA

Kurdistaniyên li bajarê Marsilya yê Fransayê li dijî desteserkirinê li Qada Canabiere mîtîng li dar xistin. Di mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê dest pê kir de pankarta “TC li Kurdistanê bi dagirkirina destketiyên Kurdan vînê desteser dike” hat vekirin.

Di mîtîngê de Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Marsîlyayê Erhan Karayazî axivî û diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê li ber têkoşîna Kurdan xitimiye û got: “Ji ber vê tecrîda li ser Rêber Apo dewam dike. Îro roja serketina mezin a berxwedanê ye. Werin em xwedî li îvîna xwe derkevin.”

BERLIN

Li paytexta Elmanya Berlinê jî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Meclîsa Kurdistaniyên Azad (Nav Berlîn) ve li Qada Alexanderplatzê mîtîngek hat lidarxistin.

Daxuyaniyên TJK-E, TekoJIN û DEM Partiyê yên li dijî desteserkirina vînê hat xwendin. Piştre li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê Nurê Alkiş axivî û got: "Ji Berlinê em gelê xwe yê li dijî rejîma dagirker li ber xwe didin silav dikin."

Siyasetmedar Sîbel Yîgîtalp jî got, “Em her roj mezin dibin, zêde dibin û xwe birêxistin dikin. Em li dijî vê zilma ji çar aliyê cîhanê derketine, em dengê xwe bilind dikin û em ê bidomînin.”

Siyasetmedar Hakan Taş jî got, “Hêviya me ji Elmanyayê ew e ku piştgiriya muxalefeta demokratîk a Tirkiyeyê bike da ku bikaribin dawî li faşîzma li Tirkiyeyê bînin.”

Li ser navê Platforma Dengê Girtiyan Bakî Selçuk  jî axivî. Selçûk diyar kir ku pêkanînên desteserkirinê berdewamiya polîtîkayên dijminatiyê yên li hemberî Kurdan e.

Di çalakiyê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" hatin berzkirin.

LUZERNE

Kurdistaniyên li ber stasyona trenê ya navendî ya li bajarê Luzern ê Swîsreyê li hev civiyan, desteserkirina vînê protesto kirin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştre bi zimanên Elmanî û Kurdî daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.

Hevseroka Komeleya Kurd a Demokratîk a Luzernê Gewher Alturk di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê li dijî faşîzmê her tim li ber xwe bidin.

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD-E Mûsa Farisogûllarî jî ev tişt anî ziman: “Zêdeyî 10 sal in li dijî gelê me şerekî pir giran tê meşandin. Dixwazin bi çekên kîmyewî û şerê taybet gelê Kurd tine bikin. Dixwazin zilm û zordariya li ser Kurdan zêdetir bikin, lê Kurd li hemberî vê yekê serî natewînin. Li dijî vê tecrîda giran a li ser Rêbertiya me tê meşandin divê em li ber xwe bidin û rabin ser piyan.”

Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Faşîst Tirkiye" û "Dîktator Erdogan" bi dawî bû.

ZURICH

Li bajarê Zurich ê Swîsreyê jî li dijî desteserkirinê çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Bi banga çalakiya lezgîn a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê, pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk (DGB), sazî û rêxistinên demokratîk li ber stasyona trenê ya navendî hatin ba hev.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Selma Sûrer axivî û got: “Li aliyekê hûn ê li ser Rojava êrîşa dagirkeriyê organîze bikin, li aliyê din jî tecrîda li ser Rêberê me bidomînin û li qeyûman bişînin ser vîna me. Li dijî tecrîd, êrîş û qeyûman em ê her cihê ku lê bin, bikin qada berxwedanê.”

Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya jî got, "Gelê Kurd her tim li dijî van zext û êrîşan li ber xwe daye. Li hemberî êrîşên li dijî vîna me wê berxwedana me bidome.”

Piştî daxuyaniya çapameniya bi zimanê Elmanî hat dayîn, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

FREIBURG

Bi sedan kesên ku li qada Platz der Alten Synagoge ya Freiburg ê Elmanyayê hatin ba hev, ji bo şermezarkirina zextên desthilata AKP-MHP'ê yên li ser vîna gelên Tirkiye û Kurdistanê meşiyan. Çalakî ji aliyê dîasporayên Tirkiyeyî û Kurd ên li Elmanyayê dijîn û komên piştgiriyê ve hat organîzekirin.

Di tevahiya meşê de dirûşmên "Terorîst/dîktator Erdogan" hatin berzkirin.

BONN

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê jî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DTKM) mîtîngek hat lidarxistin. Di çalakiya ku li navenda bajarê Bonnê hat lidarxistin de hat xwestin ku mafên demokratîk ên gelê Kurd û îradeya gel bê qebûlkirin.

Di mîtîngê de bê navber dirûşmeyên "Demokrasiyê biparêze", "Ji qeyûman re na" û “Vîna gel nayê astengkirin” hatin berzkirin.

FRANKFURT

Li ser banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) bi dehan kes li Qada Hauptwache ya bajarê Frankfurt ê Elmanyayê li hev civiyan û li dijî desteserkirina şaredarî û vîna gel çalakî pêk anîn.

Piştî daxuyaniyê gel li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ber bi navenda bajêr ve meşiyan.

ARNHEM

Kurdistanî li navenda bajarê Arnhem ê Holandayê li hev civiyan û bi daxuyaniyeke çapemeniyê desteserkirina vînê protesto kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku polîtîkayên qeyûman qirkirineke siyasî ye û wiha hat gotin: “Em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin; ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya fîzîkî divê her kes têkoşînê mezin bike.”

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gelê me" û "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" hatin berzkirin.