Li Fransayê polîsan avêtin ser malên Kurdan: 6 kes hatin binçavkirin

Di demekê de ku li Belçîkayê polîsan avêtin ser qenalên televîzyonê yên Stêrk TV û Medya Haber TV, li Fransayê jî 6 endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Drancy hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan, li banliyoya Drancy a herêma Parîsê saet di 06:00 de serdegirtin li malên endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate kirin.

Di dema serdegirtinê de mal hatin talankirin û 6 Kurdên ku navê wan nehate hînbûn hatin binçvakirin.

Ev serdegirtin di heman demê de pêk hat ku li Belçîkayê serdegirtin li saziyên medyayê yên Kurd hate kirin.

Fransayê hefteyên derbasbûyî 3 penaberên Kurd bi rengekî îllegal radestî Tirkiyeyê kiribû û bûbû sedem ku bêne girtin.