Li Fransayê mizgefteke din hate girtin

Wezîrê Karê Navxweyî yê Fransayê Gerald Darmanîn diyar kir li bajarê Cannesê ji ber gotinên wê yên antîsemît û piştgirî daye du komelên hatibûn fesihkirin, mizgeftek hatiye girtin.

Darmanîn ji televîzyona Cnewsê re axivî û got “Em mizgefteke li Cannesê digirin. Sûcdariya me ya li ser wê ev e ku gotinên antîsemît dike û piştgiriyê dide CCIF (Kolektîfa Li Dijî Îslamofobiyê) û Barakacityê.”

Tirkiye piştgiriyê dide CCIF (Kolektîfa Li Dijî Îslamofobiyê) û Barakacityê. Di Cotmeha 2020’an de dema ku serê mamosteyê bi navê Samûel Paty hatibû jêkirin, ev komele hatibûn girtin.

Wezîrê Karê Navxweyî diyar kir li welat cihê 70 îbadetxaneyan radîkaltir bûne. Li gorî Wezaretê 2623 mizgeft û îbadetxaneyên dînê Îslamê hene û li gorî daneyên meha Kanûnê 21 jê hatine girtin.