Li Frankfurtê şeva piştevaniya bi Yenî Ozgur Polîtîkayê re hate lidarxistin
Nûnera Çapemeniya Azad Yenî Ozgur Polîtîka ku bi dehan salan e li sirgunê weşanê dike, salvegera xwe bi şahiyekê pîroz kir.
Nûnera Çapemeniya Azad Yenî Ozgur Polîtîka ku bi dehan salan e li sirgunê weşanê dike, salvegera xwe bi şahiyekê pîroz kir.
Li salona Saalbau ya bajarê Frankfurt ê Elmanyayê bi boneya şeva piştevaniya bi Yenî Ozgur Polîtîkayê re şahiyek hat lidarxistin. Şeva piştevaniyê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Moderatoriya çalakiyê rojnameger Gulistan Îke kir û wek axêver Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û wek hunermend jî Beser Şahîn, Çar Newa û erdem Pancarci beşdar bûn.
Li ser navê Yenî Ozgur Polîtîkayê rojnameger Mordem Alîşer Ozgur axivî.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di şahiyê de axivî û got: "Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê û kedkarên wê tevî zehmetiyên çapemeniyê bi salan e rastiyên me dinivîse û ji me re radigihîne. Ew dengê rastî û dîrokê ye. Em bixwînin, bidin xwendin û xwedî lê derkevin."
Çîgdem Kiliçgun Ûçar bal kişand bi ser pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku ev saleke li Ewropayê dest pê kiriye û got: “Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî li hemû cîhanê tên nîqaşkirin. Îro tîşta herî giring ew e ku em li dor Birêz Abdullah Ocalan bibin yek ku der barê rewşa xirab a Rojhilata Navîn de xwedî fikir û gotin e. Eger me fikrên wî derbasî jiyanê kiriban, em dê îro di rewşeke din de bûna û me dê nîqaşên din kiriban."
Çîgdem Kiliçgun Ûçar, li ser nîqaşên "pêvajoya nû" jî axivî û ev tişt got: “Eger behsa pêvajoyekê bê kirin û eger behsa jidiliyekê bê kirin, ev berxwedana gelê Kurd e ku li kolanên Amedê tevî hemû astengiyan azadiya Birêz Abdullah Ocalan qêriyan. Bila tu kes rê nîşanî gelê Kurd û Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan nede. Daxwaza me aşitiyeke birûmet, îradeya çareseriya demokratîk û jiyaneke hevpar e.Muxatab an jî muzakereyeke ku Birêz Abdullah Ocalan tê de cih negire ne mimkin e bigihêje encameke erênî."
Her dawî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, bal kişand ser giringiya Çapemeniya Azad û wiha bi dawî kir: “Tabloya ku çapemeniya Kurdî li Kurdistanê derxistî holê esasen vê îfade dike: Hebûna çapemeniya ku di têkoşîn û berxwedana gelan de keda herî mezin dayî tê wateya jiyana civakeke ku bi saya bîr û rastiyê li ser pêyan e. Çapemeniya Kurdî ev kevneşeopî bi awayekî gelek cidî amade û pêşkêş kir. Niha jî ji bo berdewamiya wê her tişta ji destê wê tê dike."
Di berdewamiya şevê de, ji xwîner û nûçegihanan hin navên sembolîk ên li sirgunê bi çepik û dirûşmeyan gazî ser dikê kirin.
Ji ber ked û jiyana bi salan axaftinên giring hatin kirin û piştî axafrinan çalakî bi stranên Beşer Şahîn, Çar Newa û Erdem Pancarci bi dawî bû.