Li Ewropayê êrîşên dagirkerî û qirkirinê hatin şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin.
Li bajarên Ewropayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin û hat gotin ku Rêber Apo navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd e.
BREMEN
Li bajarê Domsheide yê Bremen ê Elmanyayê bi pêşengiya PYD’ê ya Bremenê çalakî hat lidarxistin. Endamên Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê, Meclîsa Jinê ya Sêvê, Defend Kurdistan û Gemeinsam Kampfen beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) hat xwendin.
Di daxuyaniya TJK-E de wiha hat gotin: “Artêşa Tirk a dagirker di 24’ê Cotmeha 2024’an de careke din bajarên Rojava û Şengalê bi bombebaran kir, sivîl û binesaziya sivîlan kir hedef. Di êrîşên li ser Qamişlo, Kobanê, Minbic, Dêrik, Til Temir, Girê Spî, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hatin de di nav wan de zarok jî hebûn herî kêm 13 kes hatin qetilkirin û gelek sivîl birîndar bûn. Li gorî qanûna şer sûcekî eşkere ye."
Di daxuyaniya Defend Kurdistan û Gemeinsam Kampfen de wiha hat gotin, “Abdullah Ocalan di rêya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd de roleke girîng dilîze, em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin. Em daxwaz dikin ku divê demildest qada hewayî ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji firînê re bê qedexekirin. Em bang li her kesî dikin ku dawî li bêdengiyê bînin û ji bo aştiyê rabin ser piyan."
Endama Kongra Starê Dayika Selîm jî diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk pirsgirêka Kurd çareser nake û destnîşan kir ku navnîşana çareseriyê Îmraliye.
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransayê jî êrîşên dagirkerî û qirkirinê hatin şermezarkirin. Di çalakiya li Place Rêpûblique de bi zimanê Fransî daxuyanî hatin dayîn. Di çalakiyê de sûcên şer ên dewleta Tirk hatin vegotin.
STUTTGART
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê hat şermezarkirin.
Kurdistanî û dostên wan li Schlossplatzê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û peyama berxwedanê dan.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê gel ji bo şermezarkirina bomberbarana dewleta Tirk a li ser Rojava û Şengalê hatin ba hev. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin û komkujiya li ser gelê herêmê hat şermezarkirin. Di çalakiyê de belavokên li ser Rojava hatin belavkirin.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava meşek hat lidarxistin. Meşa ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Jîna û Meclîsa Gel a Herêmê ve hat lidarxistin, li Qada Luisenplatzê veguheriya mîtîngê
Di mîtîngê de daxuyaniyên ji aliyê TJK-E û KON-MED'ê ve hatibûn amadekirin hatin xwendin. Piştre Hevserokê FCDK-KAWA Mehmet Hoca axaftinek kir. Mehmet Hoca diyar kir ku ji ber hêza leşkerên desthilata AKP-MHP’ê nagihêje şervanên Kurd, êrîşî sivîlan dikin û ani ziman ku yên li Rojava hatin qetilkirin bi giranî sivîl in. Mehmet Hoca destnîşan kir ku êrîş li berovajî nîqaşên aştiyê ne û aştiyeke rast wê bi gelê Kurd û Rêbertiya wî re pêk were.
Polîsên Elman nasnameya ciwanên dirûşma "Bijî Serok Apo" berz dikin kontrol kirin û bi hinceta "qedexe ye" cezayê pereyan li wan birî.
ESSEN
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li bajarê Essen ê Elmanyayê hat şermezarkirin. Kurdistanî ji bo şermezarkirina êrîşan li Gara Trênê li hev civiyan û peyama ku muxatab Rêber Apo ye dan.
Di çalakiyê de bang li her kesî hat kirin ku li dijî êrîşan dengê xwe bilind bikin.
FRANKFURT
Li Qada Hauptwache yê bajarê Frankfurt ê Elmanyayê êrîşên dagirkerî û qirkirinê hatin şermezarkirin.
Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku divê civaka navneteweyî li hemberî êrîşan bêhtir bi hestyar bin. Mîtîng bi axaftinên ji bo kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bi dawî bû.
HAMBURG
Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê jî, li dijî êrîşên nijadkujiyê yên ku dewleta Tirk a dagirker li Rojava û Bakurê Sûriyeyê li ser qadên jiyanas sivîlan pêk tîne mîtîngek hat lidarxistin.
Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hamburgê, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û dostên Kurdan beşdarî daxuyaniyê bûn û alên TEV-DEM'ê hatin hilgirtin. Di mîtîngê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Biji Berxwedana Rojava”, û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Berfîn Çewlîgê li ser navê Meclîsa Gel a Hamburgê daxuyanî da û got "Ji 23'ê Cotmehê ve li dijî Rojava, Şengal Herêmên Parastina Medyayê êrîşên gur yên bomberanê pêk tên û di ev bombebaran eletexmînî tên kirin."
Ramazan Mêrdîn jî li ser navê TCŞ'ê daxuyaniya çapemeniyê xwend û wiha got: "Di bombebaranên bi balafirên bêmirov de navenda tenduristiyê ya gel, santralên ceryanê û gelek qadên jiyana sivîl bûn hedef. Wekî her gavê di serî de DYE, Ewropa û hêzên navneteweyî naxwazin qetlîamên li hember gelê sivîl û navendên jiyanê ku ji aliyê dewleta Tirk a nijadkuj û hevalbenda NATO'yê ve tên kirin bibînin û bêdeng dimînin."
Mêrdîn axaftina xwe bi bangawaziya, "Divê em têkoşînê mezin bikin û divê her der bibe Rojava her der bibe berxwedan" dawî kir.
Çalakî bi dirûşme û marşa Rojavayê bi dawî bû.
SAARBRUCKEN
Li bajarê Elmanyayê Saarbruckenê li dijî êrîşên dagirkeriyê mîtînga protestoyê hat lidarxistin.
Mîtîng li pêşiya Europa Galerie hat kirin. Di çalakiyê deêrîşên nijadkujiyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê hatin protestokirin û broşur hatin belavkirin.