'Li êrîşên kîmyewî divê bê pirsîn, êrîşên bi droneyan divê bêne rawestandin'

Konferansa Kurd a Navneteweyî ya 17'emîn di roja duyemîn de ye. Kontrolkarê çekên kîmyewî Jan van Aken li konfreansê axivî û xwest, ku mijara êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî di asta navneteweyî de bi rengekî serbixwe bê lêpirsîn.

Rûniştina duyemîn a roja duyemîn a konferansê bi moderatoriya Sekreterê Giştî yê EUTCC û akademîsyenê Emerîkî Mîchael Gûnter destpê kir.

Endamê Desteya Şêwirmendiya Zanistî ya Doktoran a ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) biyolog Jan van Aken têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla axivî. Aken bi bîr xist ku ew ji bo Neteweyên Yekbûyî kontrolkarê çekên biyolojîk e.

Aken diyar kir ku par bi heyeteke biçûk çûn qadê, xwestin nimûneyên werbigirin û got, "Meha Îlonê ev yek pêk hat. Lê belê ji ber rêveberiya Kurd a herêmî (Başûrê Kurdistanê) em nekarîn biçin. Me xwest biçin qada daristanî. Lê dîsa jî gotin 'na'. Meha Îlonê îdîayên li ser çekên kîmyewî gelekî zêde bûn (...) Me li qeydên hevdîtinê yên ji aliyê sêyemîn nihêrîn. Dema ku min dest bi vê mîsyonê kir, ez îqna nebûm. Lê belê dikarim bibêjim ku dema li bûyerên qewimîn dinihêrim, dikarim bibêjim ku hin tişt bûne cihê gumanan. Gelek pirs hene."

Aken hin dîmenên dewleta Tirk ên li pêşiya tunelek li Werxelê nîşan da û diyar kir ku 'ji van madeyan gaza klorîn dikare bi hêsanî bê afirandin" û wiha dewam kir, "Bi temaşekirina li van, em dest bi lêpirsîneke navneteweyî bikin. Em bikevin nava detayan bê çi bû ye çi nebûye."

Aken wêneyên ji aliyê cuda nîşan da û pirseke bi vî rengî kir, "Gelo li devê tunelekê bi xortûmê çi karê wan heye?" Aken got, "Dibe ku êrîşeke kîmyewî heye."

'PÊWÎSTÎ BI LÊPIRSÎNEKE SERBIXWE YA NAVNETEWEYÎ HEYE'

Aken diyar kir ku bi rêbazên ji ber xwe ve madeyên kîmyewî dibe ku hatin bikaranîn û got, "Nabe ku madeyên bi vî rengî yên kîmyewî bêne bikaranîn. Pêwîstî bi lêpirsîneke serbixwe ya navneteweyî heye. Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û komîsyona lêpirsînê ya li Laheyê dikarin bikevin dewrê. Lê belê divê welatekî endam daxwaza bike. Di nava çend mehên bê de divê welatekî endam vê daxwazê bike. Em nabêjin ku Tirkiyeyê ev cûre çek bi kar aniye, lê belê em dibêjin ku hêjayî lêpirsînê ye. Ez dibêjim yekser qanih nebin, lê belê teqez lê bipirsin."

Aken bi bîr xist ku Wezareta Parastinê ya Tirk bi xwe mikur hat ku bombeyên çavan dişewitînin hatine bikaranîn û destnîşan kir ku ev yek di nava şert û mercên şer de qedexe ye. Aken bang li civaka navneteweyî kir ku bibêje 'ez yek binpêkirin e'. Aken destnîşan kir ku dewleta Tirk bi xwe tê sûcdarkirin, lewma lêpirsîna vê dewletê bi xwe cihê baweriyê nîne.

ÊRÎŞÊN BI DRONEYAN

Êrîşên dewleta Tirk ên bi droneyan jî bi sernavê "Şerê nû yê Tirkiyeyê: Drone û peyman" hatin nîqaşkirin. Di vê mijarê de jî parêzerê Belçîkî yê naskirî Georges Henrî Beaûthîer axivî û anî ziman ku herî kêm 15 caran ew çûye Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê. Beaûthîer got, "Lê belê bi qasî serdana herêma Êzidiyan ti serdanê bandor li me nekir. Bi roj û şev gelek êrîşên drone hatin kirin. Bêyî ku bibêje sivîl e êrîş hatin kirin."

Beaûthîer got, "Divê ev balafirênb êmirov ên bi çek bêne şermezarkirin. Dewleta Tirk her roj bi kar tîne. Di çapemeniya Tirk de bi serbilindî nûçe di vê der barê de têne weşandin. Pîvanên hiqûqa navneteweyî têne binpêkirin. Bi rêya kuştina bêdaraz, mirovên ku morha 'terorîst' li wan tê xistin, têne înfazkirin. Înfazkirin jî her roj tê kirin. Ev sûcekî şer e. Ji bo mirovan tê gotin, bi droneyê hate kuştin. Bêdengiya civaka navneteweyî piştgiriyê dide bêcezakirinê. Divê bikaranîna droneyên bi çek teqez bê kontrolkirin. Berprisyariya dewleta Tirk heye û bi ti awayî ji holê ranebûye. Rewş gelekî lezgîn e."

Beaûthîer ragihand ku droneyên biçek teqez divê bikevin ber guhertinên qanûnî û li hemberî vê yekê jî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê doz bê vekirin. Beaûthîer qala danhevî û şahidiya xwe ya li Şengalê kir ku par serdana wê kiribû. Beaûthîer got, "Êzidiyan ti carî êrîşî Tirkiyeyê nekirine."

Beaûthîer destnîşan kir ku divê bikaranîna droneyan teqez bê qedexekirin.

Piştre di pêşkêşiya bi navê "Sûcên şer ên li Kurdistanê: Ji Helebceyê heta niha" Serokê Yekîtiya Nivîskaran a Têkildarî Qirkirina li Kurdistanê Salar Mahmûd axivî. Salar Mahmûs destnîşan kir ku yên bûne aliyê peymana Lozanê divê şerm bikin û destnîşan kir ku li Kurdistanê sûcên gelekî giran hatin kirin.

Konferans, piştî saet 15:00 wê bi du rûniştinan bi dawî bibe.