Li Elmanyayê komploya navneteweyî hate protestokirin

Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Elmanyayê hate şermezarkirin.

HAMBÛRG

Komploya ku 24 sal berê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li Hambûrgê bi meşekê hate protestokirin.

Meş li semta Gansemarkt a Hambûrgê dest pê kir. Kurdên li Hambûrg, Kîel, Bremen û Oldenbûrgê dijîn tevlî meşê bûn.

Hevserokê FED-DEM’Ê Latîf  Serhat diyar kir ku komplo çiqasî kûr be jî wê berxwedana li hemberî komployêjî wisa xurt be. Serhat got “Divê heyeteke CPT’ê biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinekê bike.”

Li ser navê NCDK’a Hambûrgê Emîne Riha jî diyar kir ku wê komploger têk biçin.

Meşa ji bo şermezarkirina komployê li pêşiya avahiya Rote Florayê bi dawî bû.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê jî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Gele Kurd li pêşiya Eûropa Galerîayê kom bûn û deqîqeyekê rêz girtin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şexsê gelê Kurd de li hemberî gelên li Rojhilata Navîn hatiye kirin. Di çalakiyê de ev tişt hate destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedaneke mezin nîşan dide û ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye hêviyeke mezin.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi sedan Kurd û dostên wan bi meşekê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin.

Hevseroka FED-DEM’ê Heval Sebahat di çalakiyê de axivî û got “Hêzên dagirker ji bo dîlgirtina Rêbertî  komployeke navneteweyî kirin lê îro di salvegera wê komployê de bi milyonan Kurd xwedî li paradîgmaya Rêbertî û îdeolojiya wî derdikevin. Em careke din eşkere dikin wê komploger têk biçin wê berxweder bi ser bikevin.”