BI DÎMEN

Li Elmanyayê ji bo berxwedana Rojava bang li ciwanan hate kirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Minbic û seranserê Rojava hatin protestokirin. TCŞ’ê li Hamburgê bang li ciwanên Kurd kir ku li dijî xeteriya qirkirinê ya li ser gelê Kurd dest bi berxwedanê bikin.

Kurdistanî û dostên wan ên li ser banga Kongreya Civakên Demokratîk (KCDK-E) li gelek bajaran daketin qadan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

HAMBURG

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurda a Demokratîk a Hamburgê (DKTM), Meclîsa Jinê ya Rojbîn û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) meş hate lidarxistin. Enternasyonalîstên Elman û komên çep ên Tirkiyeyî piştgirî dan çalakiyê.

Li ser navê TCŞ’ê Ciwan Çewlîg daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi balafirên şer û çetayan ên bi armanca dagirkirina Minbicê bi awayekî dijwar didome û hate destnîşankirin ku destkeftiyên Kurdan ên li herêmê di bin xetereyekî mezin de ye.

Çewlîg di dewama axaftina xwe de wiha bang kir: “Em weke ciwanên Kurd xwedî li rûmeta xwe derdikevin. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî vê komkujiya ku tê plankirin li ber xwe bidin. Çawa ku DAÎŞ çû, wê dewleta Tirk û çeteyên wî jî biçin. Ciwan wê biibin bingeha esas a berxwedanê. Em bang li gelê xwe û ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku bi ruhê Kobanê Minbic û Rojava biparêzin û her qadê bikin qadê berxwedanê.”

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana YPG”, “Bijî Berxwedana YPJ”, “Kujer Erdogan”, “Terorîst Erdogan” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Di çalakiya protestoyê de ji bo meşa ku wê dibê di saet 18:00’an de li Hamburg Hauptbahnhof bê lidarxistin, bang hate kirin.

BOCHUM

Ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, li bajarê Bochum ê Elmanyayê li stasyona trenê ya navendî çalakî hat lidarxistin. Di protestoyê de hate destnîşankirin ku dewletên Ewropa û NATO bi bêdengmayîna li hemberî êrîşan teşwîk dikin.

Di çalakiyê de bal birin ser girîngiya piştevaniya bi gelê Kurd re û wiha hate gotin: “Em li dijî komkujiyên Tirkiye û çetayan bang li hêzên demokratîk û her kesên ku dibêjin em mirovin dikin ku di vê demê zehmet de piştevaniyê bi Kurdan re bikin.”

Çalakî bi dirûşmeyên  “Bijî Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Dewleta Tirk a dagirker ji Kurdistanê bicehime” bi dawî bû.

STUTTGART

Li bajarêStuttgart ê Elmanyayê , bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, ji bo prostestokirina êrîşên li ser Minbic û herêma Rojavayê mitîngek hat lidarxistin.

Di mitîngê de dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava"  û "Bijî berxwedana Minbic" hatin berzkirin û pankarteke mezin hat vekirin.

Di mitîngê de bangawaziya piştgiriya bi gelên Rojavayê re hat kirin û dewleta Tirk a dagirker hat şermezarkirin.

FRIEDRICHSHAFEN

Li bajarê Friedrichshafen ê Elmanyayê Kurdistaniyan, di serî de Minbic, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

Çalakî li herêma Bodenseeyê hat lidarxistin û bangawaziya sekinandina êrîşan hat kirin. Çalakvanan bangî raya giştî ya navneteweyî kirin ku bêdeng nemîne.

NURNBERG

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê li dijî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê bi banga çalakiya lezgîn re çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin. Çalakvanan êrîşên Tirkiyeyê şermezae kirin û dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Rojava" û "Bijî Berxwedana YPG" berz kirin.