Li Elmanyayê du leşkerên berê yên dixwestin hêza paramîlîter ava bikin, hatin destgîrkirin

Hate ragihandin ku li Elmanyayê 2 leşkerên berê bi sûcdariya 'avakirina rêxistineke terorîst' a ji komando hatine destgîrkirin.

Li gorî daxuyaniya Dozgeriya Federal a Karlsruheyê, du leşkerên berê yên roja Çarşemê hatin destgîrkirin, amadekarî dikirin ku 'yekîneyeke paramîlîter a ji 100-150 kesî ava bikin'.

Hate ragihandin ku ev yekîne wê ji leşker û polîsên berê bihata avakirin ku nêta wan hebû tevlî şerê navxweyî yê li Yemenê bibin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kesên hatine destgîrkirin gotin, "Dixwazin şerê navxweyî pasîfîze bikin û danûstandinên aştiyê di navbera Hûsiyan û hikumeta Yemenê de pêk bînin."

Ji gumanbaran Achim A. ji bo fînansekirina projeyê demeke dirêj û bi israr hewl daye bi rayedarên hikumeta Siûdî re diyalogê bike.

Dozgeriyê got, "Vî kesî hewl da bi saziyên dewletê yên Siûdî re têkiliyê deyne û ji bo pêşniyara xwe pêşkêş bike hewl dida demeke civînê bi dest bixe."

Li gorî daxuyaniyê "Ev hewldan pûç bûn, ji ber ku saziyên dewletê yên Siûdî ti bersiv nedan."

Li gorî dozgeriyê yek ji du bersûcan berpirsyarê komkirina leşkerên ji bo pereyan şer dike berpirsyar bû û bi vê armancê têkilî herî kêm bi heft kesan re danîbû.

Dozgeriyê diyar kir ku yên hewl dan hêza paramîlîter ava bikin, maeşekî ji 40 hezar euroyî ya mehane dixwestin pêşniyarî leşker û polîsên berê bike.